Yekîneyên Antî Teror yên girêdayî QSD`ê berpirsê kiryarên kuştinê yên çeteyên DAIŞ`ê, girt.
Ajansa nûçeyan ANHA wêne û dîmenên operasyona ji aliyê Yekîneyên Antî Terorê (YAT) ve li gundewarê bajarê Hesekê hatî destpêkirin, bi dest xistin.
Di operasyonê de serçeteyekî DAIŞ`ê A.C (40) hat girtin.
Hêzên YAT`ê di operasyonê de çekeke kalaşnikov, telefonên destan, herwiha memory card û filaş ku wêneyên serçeteyên DAIŞ`î tê de hebûn û belgeyên têkiliya wî bi wan re, girtin.
Endamê hêzên YAT`ê Tolhildan Rojava li ser mijarê ev agahî dan: “Serçeteyê DAIŞ`î A.C erkê wî ku kuştinan li herêmê pêk bîne, fermandarên QSD`ê bikin hedef û mayînan li ser riyên giştî li herêmê, daynin.”