Li bakur û rojhilatê Sûriyê emeliya dil ya yekê

30
????????????????????????????????????

Li Nexweşxaneya Dil û Çavan ya Qamişlo emeliya dil hat kirin. Ev emelî li ser asta bakur û rojhilatê Sûriyê ya yekê ye û bi çavdêriya bijîşkên pispor yên emeliya dil pêk hat.

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê berî niha Nexweşxaneya Dil û Çavan ava kir, da bar li ser şêniyên herêmê sivik bike. Piştî amadekariya gelek mehan rêveberiya nexweşxaneyê roja Pêncşemê emeliya dil ya yekê ya kesê 60 salî bi çavdêriya tîma tenduristiyê pêk anî.
Li gorî rêveberê giştî yê nexweşxaneyê Mihemed Elî Ebdî, tîmeke bijîşkî ya pispor çavdêriya emeliyê kiriye û emeliyê 4 saetan dewam kiriye.
Ebdî diyar kir ku rewşa nexweş baş e û di binê baldariyê de ye.
Ebdî herwiha got; tê payîn ku emeliyên dil yên din ji nexweşan re di çend rojên pêş de pêk werin.
Ev emeliyet li seranserê bakur û rojhilatê Sûriyê ya yekê ye. Emeliyan wiha li nexweşxaneyên Şam, Heleb û Himsê dihatin kirin. Bi wê re jî welatiyan pirsgirêka lêçûnê û êşa rêwîtiyê dikişandin.