Rêveberiya Kampa Holê di çarçoveya pêkanîna biryara Rêveberiya Xweser de, beşa 8`an ji koçberên ji bajarên bakur û rojhilatê sûriyê rêkirin. Beşa 8`an ji 31 malbatên herêma Cizîrê pêk dihat.
Derketina koçberan ji kampê di çarçoveya pêkanîna biryara Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê de ku di civîna 10’ê Cotmeha 2020’an de, pêk tê ku di navbera Rêveberiya Xweser, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), Desteya Karûbarê Civakî û Desteya Hundir de hatibû lidarxistin.
Piştî ku navên malbatên dixwazin ji kampê derkevin hatin tomarkirin û belgeyên ku pêşkêşî rêveberiya kampa Holê kirine hatin piştrastkirin, roja Sêşemê beşa 8`an ku ji 31 malbatî pêk dihat ji kampê derket.