KCK’ê sersaxî da malbata Mezlûm Ebdê û Evîn Goyî

26

Hevseroktiya Konseya Rêveber ya KCK’ê bi peyamekê sersaxî ji Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdê û Evîn Goyî re xwest, ku dayîkên wan koça dawî kirine.
KCK’ê di peyama sersaxiyê de wiha got: “Dayîkên van hevalan bi cewher û bîreweriya xwe ya kurdatiyê, di beşeke mezin ya jiyana xwe de xizmet ji têkoşîna azadiyê re kirine. Bi heskirina mezin û dilsoziya ji bo Rêber Apo, bi bawerî û bîrîkirina li azadbûna Kurdistnê bûne dayîkên Kurd yên mînak.
Em Tevgera Azadiyê sond dixwin ku bîrîkirina wan û tevayiya dayîkên Kurd bi cih bînin. Cihê wan bihişt be.’’