Ji MSD’ê û YJKK’ê peyamên sersaxiyê ji Mezlûm Ebdê re

31

Hevserokatiya MSD’ê û Yekîtiya Jinên Komînist ya Kurdistanî ji bo wefata dayîka wî, peyamên sersaxiyê ji Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdê re şandin.

Di peyama Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) de wiha hat gotin:

“Îro MSD’ê bi xemgînî agahiya wefata dayîka Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdê Xezne Hac Hisên bihîst.

MSDê sersaxî ji Mezlûm Ebdê û malbata wî re xwest.

Peyama sersaxiyê ya YJKK’ê:

“Me bi êş û xemgîniyeke mezin agahiya wefata Xezne Hac Hisên (Yadê Xezne) ya hevjîna têkoşerê welatparêz Dr. Xelîl Ebdî û dayîka têkoşerê Kurdistanê û fermandarê QSD’ê Mezlûm Ebdê, bihîst.”

Ev malbateke welatparêz ya kurdistanî ye. Bi têkoşîna şoreşgerî ya rizgariya Kurdistanê, bi mafên tevayiya gelan û neteweyên bindest û rizgarkirina wan ji destpotiyê, tê naskirin û hê jî li ser bingehê metoda şoreşgerî û tevgera şoreşgerî xebata rizgarkirina nîştimanî û civakî bê dudilî yan jî teslîmkariyê dike.

Em YJKK’ê sersaxiya malbata Ebdê ji bo wefata Yadê Xezne dikin, her wiha bi riya malbata Ebdê sersaxiyê ji jinên welatparêz û şoreşger yên li Kurdistanê, cîhanê û gelê Kurdistanê re dixwazin.”