Binêre û fêr bibe

34

Piştî ku komeleyên tirkî yên li Oslo nikarîn berhema hunermenda Kurd Gelawêj Weledxanî bidin rakirin, vê carê wezareta karê derve ya tirkî bi daxuyaniyeke fermî hewl da zorê li rayedarên Norwêcî bike ku hunerê Weledxanî rakin.

Dewleta tirkî sansûrkeriya xwe demeke dirêj e li dinyayê jî belav dike. Piştî Spanya, Slovenya û Almanya, niha jî dixwaze Norwêc ji bo wê huner sansûr bike. Sedem jî ew e ku hunermenda Kurd Gelawêj Weledxanî Mijdara borî resmekî şervanên jin yên Kurd li meydaneke giştî ya paytexta Norwêc Oslo daleqandiye. Ev wêneyê xêzkirî û rengandî wê tevayiya zivistanê jî daleqandî bimîne. Berpirsa çandê ya şaredariya Oslo di bersiva xwe de ji dewleta tirkî re got, li cem me azadiya îfadeyê heye û “Binêre û fêr bibe.“

Gelawêj Weledxanî (Gelawesh Waledkhani) 7´ê Mijdara 2020´an li Oslo li ser dîwarê Rosenkrantz’ Gate 14´ê wêneyekî mezin yê şervanên jin yên Kurd xêz kir. Li ser wêne portreyên gelek şervanan diyar in. Li ser wan jî nivîsa Rêber Abdullah Ocalan “A society can never be free without women´s liberation” (Civakek ti carî nikare azad bibe, bê azadiya jinê) hatiye nivîsandin. Berhem wê heta dawiya zivistanê li ser dîwarê Rosenkrantz’ Gate 14´ê daleqandî bimîne. Lê dewleta tirkî xwe lê ranegirt. Wezareta karê derve ya tirkî serê xwe ji karê huner û azadiya îfadeyê ya welatekî din jî êşand û ji ber daleqandina wêne, Norwêc rexne kir. Bi vê jî nema, wezaretê ji Norwêcê û şaredariya Oslo xwest ku wê nîşandana hunerî rake.

Xwe li mala xelkê jî ranagire

Dewleta tirkî li nava erdê xwe huner û azadiya îfadeyê pêşî kezixand û paşê jî ji binî ve birrî. Jixwe, eger mesele Kurd bin mirov êdî hew dikare behsa ti azadiyan bike. Bi siyaseta dagîrkirina şaredariyan jî çi tişta berê hatî kirin, hewl dide tine bike. Ev jî têra wê nake, serê xwe bi huner, azadiya îfadeyê û azadiya huner ya li welatên din jî diêşîne. Bi sponsoriya Ajansa Huner Mesénê ya li paytexta Norwêc Oslo û destek û destûra şaredariya Oslo, berhema Gelawêj Weledkhanî Mijdara borî li ser dîwarê Rosenkrantz’ Gate 14´ê hat daleqandin. Ev pêşangeheke li derve û yek berhemî bû. Navê pêşnagehê jî “Rojava: Şoreşa Jinê” ye.  Kurator û spornsorên pêşangehê, gava behsa berhemê dikin, van gotinên Carne Ross ya rojnamevan yên ji sala 2017´an jî bi bîr dixin: “Rojava şoreşa femînîst ya yekê ya dinyayê ye”.

Siyasetvan wê sansûr nekin

Li ser berhemê ev gotinên Ocalan hene: “Civakek ti carî nikare azad bibe, bê azadiya jinê” Sedema wê jî ji terîfa Gelawêj Weledxanî ya ji bo Ocalan eşkere dibe: “Pratîkkerê şoreşê, îdeolog û nivîskar Abdullah Ocalan”. Nexasim karê Ocalan yê îdeolojîk û damezrandina Jineolojiyê ilham daye wê.

Niha em nizanin ka wê hikûmeta Norwêcê çi bibêje, lê ji şaredariya Oslo Seroka kar û barê çandî ya Meclisa Şaredariyê, Eivor Evenrud di ser hesabê xwe yê twitterê wiha bersiv da: “Merheba Tirkiye! Li Norwêcê em ji azadiya xweîfadekirinê û demokrasiyê bawer dikin. Siyasetvan nikarin wêneyekî biguherînin yan jî rakin -û wê vê nekin jî- binêre û fêr bibe.”

Civaka Tirk sansûrê bi rêxistin dike

Li gorî nûçeya rojnameya Dagbladetê heta niha 80 giliyên ji ber vî berhemê hunerî yê Gelawêj Weledxanî çûne ber destê şaredariya Oslo. Seroka Rêxistina Komeleyên Tirkî li Norwêcê Hatice Luk jî di nava van de ye û ew pêşengiyê ji vî karê giliyan û daxwaziya rakirina berhemê re dike. Rêxistinê heta niha li gorî nûçeya rojnameyê 300 imze berhev kirine.

Sansur li Norwêcê ne bibandor e

Lê berevajî Almanya, diyar e ku Norwêc serê xwe li ber vê zexta li dijî azadiya fikr û huner natewîne. Jixwe, desteka neteweyî ya hunermendan Ya ji bo azadiya huner jî vê yekê nîşan dide. Rêxistinên Norwêcî Hunermendên Hunerên Dîtbarî yên Norwêcê (NBK), Civaka Hunermendên Ciwan (UKS) û Rêxistina Xêzkran Ya Norwêcê Tegnerforbundet jî destekê didin Gelawêj Weledxanî.

Dagbladet dibêje, Weledxanî ji wan re li ser daxuyaniya wezareta karê derve ya tirkî gotiye, ev berhem bi giştî têkoşîna jinan teşwîq dike, ne ya şervanên Kurd tenê ye.
Di Meclisa Şaredariya Oslo de hilbijartiyê ji çandê berpirs Omar Samy Gamal jî ji rojnameya Dagbladetê re gotiye, “Divê Oslo bajarekî germ û hewîner be û lê ji bo her kesî cih hebe.”