Qonaxa 2. ya pêngava ‘Ji komkujî û dagîrkeriyê re na’ dest pê kir

26

Komîteya Amadekar ya Çalakiyên Jinan ya bakur û rojhilatê Sûriyê qonaxa 2. ya pêngava “Ji komkujî û dagîrkeriyê re na, emê jin û jiyanê biparêzin” ragihand.

Komîteya Amadekar ya Çalakiyên Jinan ya bakur û rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyeke nivîskî qonaxa duduyan ya pêngava “Ji komkujî û dagîrkeriyê re na, em ê jin û jiyanê biparêzin” ragihand.
Komîteyê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku sîstema kapîtalîst ya desthilatdar ji ber ku heta niha li ser şkandina vîna gelan bi riya şikandina vîna jinan kar dike û heta niha berdewam e, ew pêngava duduyan ya kampanya “Ji komkujî û dagîrkeriyê re na, emê jin û jiyanê biparêzin” radigihînin.
Komîteyê di dewama daxuyaniyê de bal kişand ser armanca qonaxa duduyan ya pêngavê û got; armanca me bilindkirina asta têkoşînê li dijî dagîrkirinê û komkujiyê û xurtkirina têkoşînê li dijî vê zîhniyet û sîstemê ye. Herwiha ji nû ve parastina jinan û xwezayê û rêgezên mirovî, bi perwerde û zanebûnê li ser asta siyasî, civakî, aborî û çandî bikin.”
Komîteyê da zanîn kku qonaxa wan ya duduyan wê ji 17`ê Çile heta 17`ê Nîsana 2021`ê bi bernameyeke berfireh ji aliyê 30 rêxistin û tevgerên jinan ve were birêvebirin.