“Leyla Guven şopdara Sara û hevriyên wê ye”

47

Jiyan BOZO/ Qamişlo

Ji 29ê Nîsana 2020an ve ji Rêberê Gêlê Kurd Abdullah Ocalan ti agahî nayên girtin. Ev dibe sedema fikarên gelê Kurd. Ji bo ronîkirina rewşê KCK û KJKê bi durişma “Dem Dema Azadiyê Ye Teqez Emê Bi Ser Bikevin” li seranserê Kurdistan û cîhanê dest bi pêngava rêzeçalakiyan kirin. Di vê çarçoveyê de girtiyên ji doza PKK û PAJKê jî dest bi greva birçîbûnê kirin. Di vê pêvajoyê de Leyla Guven ku pêşengiya greva birçîbûnê kiribû ji aliyê dewleta tirkî ve hat girtin. Gelo çima Leyla û çima her tim jina Kurd dibe hedef?

“DEWLETA TIRKÎ YA DAGÎRKER JI BERXWEDANA JINA KURD DITIRSE”
Derbarê mijarê de Hevseroka TEV-ÇANDê hunermend Nesrîn Botan wiha axivî: “Dewleta tirkî ya dagîrker di kesyeta siyasetmedarên me de dixwaze Kurdan tine bike. Êrişên wan tev ji bo qirkirinê ne. Bi hezaran kes girtin, di nava wan de hevriya me Leyla Guven jî heye. Çima Leyla? Çimkî di civaka Kurd de xwediya bandorek mezin e. Leyla Guvan bi çalakiya xwe ya sala 2018an vîn û hêza jina Kurd ya berxwedêr derxist holê û ji her kesî re da xuyakirin ku ti tişt nikare vîna jina Kurd bişkîne. Ji bo wê dewleta tirkî ya dagîrker ji berxwedana jina Kurd ditirse. Çimkî dizane ev jin li ser fikir û felsefeya Rêber Apo mezin bûye û pêş ketiye. Ji bo wê baş dizane ku wê jinên Kurd rêbertî û Kurdistanê azad bikin. Ji ber wê êrişî jinan dike.”

“EMÊ TÊKOŞÎN Û BERXWEDANA XWE LI HER QADA JIYANÊ XURTTIR BIKIN”
Nesrîn Botan axaftina xwe bi van gotinan qedand: “Leyla Guven şopdara Sara û hevriyên wê ye. Berxwedana Leyla Guven ji tevayiya jinên cîhanê re mînakeke zindî ye. Ji ber ku dilsoza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû û ji bo azadiyê dixebitî hat girtin. Ji ber wê girtina wê li ser tevayiya jinan, civaka Kurd û rêbertiya wê gef e. Em hunermed li dûv wan in. Herwiha divê em xwedîhelwest bin, vê hovîtiyê nepejirînin û ti carî serî daneynin. Çi ji me bê xwestin em amade ne. Bi hunera xwe emê bibin dengê gelê xwe. Emê li Leyla Guven û hevalên wê hata dawiyê xwedî derkevin. Herwiha emê tecrîda li ser rêbetiya xwe bişkînin, azadiya wî misoger bikin û têkoşîn û berxwedana xwe li her qada jiyanê xurttir bikin.”