Enwer Muslim: Em di pêkanîna yekîtiya niştimanî de bi israr in

35

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Enwer Muslim, diyar kir ku di pêkanîna yekîtiya niştimanî ya kurdî de bi israr in û got; tevî astengiyên ENKS derdixe, danûstandinên bi wan re hê dewam dikin.

PYD`ê li herêma Firatê li Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê li bajarê Kobanê bi amadebûna bi dehan endam û rêveberên partiyê, civîna xwe ya salane li dar xist.
Enwer Muslim di civînê de wiha got: “Em her tim ji diyaloga bi aliyên siyasî re vekirî ne. Danûstandinên bi ENKSê re ranewestiyane, lê gelek astengî hene.” Û axaftina xwe wiha domand: “Lê tevî her tiştî em biisrar in ku yekîtiya nîştimanî ya kurdî pêk bînin. Di dema niha de ji ber hin daxuyaniyên ENKSê, rûniştina pê re bi awayekî demkî hatiye rawestandin. Gavên me stratejîk in, em pêwendiyê qut nakin. Emê hewl bidin yekîtiya kurdî pêk bînin.”
Têkildarî têkiliyên bi hikumeta Şamê re jî, Muslim wiha got: “Hikumeta Şamê û dewletên piştgiriyê didinê, rewşa gelan paşguh dikin. Divê gelên Sûriyê tev beşdarî qadên navneteweyî û civînên Cinêvê bibin.”
Muslim di dawiya axaftina xwe de têkoşer Xebat Dêrik bîr anî, herwiha salvegera damezirandina Kongreya Star pîroz kir.