Avram Noam Chomsky: Şoreşa Rojava mûcîze ye

29

Ronakbîrê emerîkî yê navdar Avram Noam Chomsky, li Zanîngeha Rojava semînerek da û got; şoreşa Rojava mûcîze û binirx e. Divê ev nirx ji cîhanê re were xuyakirin.
Bi beşdariya bi dehan xwendekar, rewşenbîr û kesayetên siyasî, li hola Akademiya Çandiniyê ya Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo semînerek hat dayîn.
Semînera bi bernameya “Zoomê”, ji aliyê ronakbîrê emerîkî, zimanzan, fîlozof, zanyarê têgihiştinê, dîrokzan, rexnegir û çalakvanekî siyasî Avram Noam Chomsky ve hat dayîn.
Destpêkê, hevserokên Zanîngeha Rojava Ebdulîlah Mistefa û Rohan Mistefa bixêrhatina beşdaran kirin û spasiya Avram Noam Chomsky kirin ku dawaziya wan ya dayîna semînerê li zanîngehê qebûl kiriye.
Avram Noam Chomsky, destpêkê nêrîna xwe ya derbarê şoreşa rojavayê Kurdistanê û bakur û rojhilatê Sûriyê de anî ziman û wiha got: “Rojava di rewşeke pir dijwar de ye. Pirsgirêka wê ya sereke ew e ka wê çawa ji êrişên Tirkiyê yên bi erêkirina emerîka xilas bibe. Li aliyekî din rejima Esed ya hovane heye. Mayîna Rojava heta vê merheleyê mûcîze ye, tecrûbeya wî isbat kir ku piştgiriya navneteweyî mûmkin e.”
Chomsky bal kişand ser rewşa Rojhilata Navî di serdema serokê Amerîka yê hilbijartî Jeo Biden de û ev nirxandin kir: “Bê zora gel, wê Biden heman stratejiya Emerîka ya parastina berjewendiyên dewlemendan bidomîne. Dibe ku siyaseta wî ji ya Trump cuda be, lê ne zêde be. Ji ber wê divê her kes zorê bide Biden. Lê bawer nakim Biden mîna Trump hov be û wê ji Tirkiyê re nebêje biçe dagîr bike û Kurdan bikuje, ew jî wê tiştekî neke.”
Noam Chomsky di dewama axaftina xwe de, nêrîna xwe ya derbarê serdema Trump de parve kir û got; rêveberiya Trump hat rexnekirin. Lewre polîtîkayeke wî ya hevgirtî nine, lê belê xwe dispêre rêgezên sereke yên emperyalist. Mîna piştgiriya hêzan û têkbirina lewazan. Ev di nêzîkatiya şerê li Yemenê de eşkere bû, ku destek da sîstemeên nijadperest yên li Îsraîlê, li hemberî ku alîkariyên mirovî yên basît li ser Yemenê qut bike û Filîstiyan û herî dawî Kurdan têk bibe.”
Têkildarî pirsgirêkên li Rojhilata Navî jî Chomsky wiha got: “Pirsgirêkên li Rojhilata Navî ji pirsgirkên li welatên lîberal cuda ne. 10 sal di ser Bihara Erebî re derbas bûn. Ya ku li her deverê bi tundî hatin têkbirin. Lê pirsgirêkên li welatên liberal, ne têkbirina nêrîn e, paşguhkirina wê ye. Bi rengekî din, nêrînên ku tên parvekirin nagihin girseyeke mezin. Li beramberî wê, tevgerên gel dikarin hin pirsgirêkan ber bi qada siyasî ve bibin.”
Chomsky ev pêşniyar ji bo rêveberiya Rojava kirin: “Tişta ku divê were kirin, sîstemeke pêşketî were avakirin ku mafên jinan misoger bike, nirxên ku li gorî dijî pêk bîne. Ev kirin wisa li Afrîkyaya Başûr li hemberî sîstemekê bi ser ketin. Ev hêviya we ya tekane ye.”
Chomsky herwiha behsa şoreşa bakur û rojhilatê Sûriyê kir û wiha got: “Herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê di pêvajoyên dîrokî re derbas dibin, mayîna şoreşa Rojava heta niha û berxwedana wê mûcîze ye. Gelê Rojava xwedînirx e, divê ev nirx ji cîhanê re were xuyakirin. Bawer dikim ku gel destekê bide ku hûn bigihin armanc û mafên xwe.”