“Xizaniyê em ji xwendinê bêpar kirin”

88

Leylan Reso/Qamişlo

Li bakur û rojhilatê Sûriyê, jin di her qada xebat û têkoşînê de cihê xwe digire. Lê di demên borî de ji ber xizaniyê gelek jin ji xwendinê bêpar mane. Yek ji qadên xebata jinê kargeh in.
Pênc sal in li bajarê Amûdê kargeha bi navê “Sweet Hause” hatiye avakirin. Navê xwediyê kargehê Xesan Mihemed Ebdo ye. Jimara karkeran 62 ye; ji wan 12 jin, 46 zilam in. Ji 8ê sibehê heta 5ê êvarê dixebitin.

“XWESTEKA MIN PÊKANÎNA XEWN Û XEYALÊN MIN E”
Têkildarî xebata li kargehê, karkera ciwan ya bi navê Aya Mihemed Xelef wiha axivî: “Temenê min 17 ye. Ez ji gundê Afas yê bajarê Amûdê me. Karê min şûştina erdê û feraxan ne. ji bo çêkirina şîraniyê jî, carna bi hevalên xwe re dibim alîkar. Ji ber ku birayên min nînin û bavê min jî nexweş e, ez tenê dixebitim. Hefteyê 18 hezarî distînim. Pereyên me kêm in lê ji neçarî dixebitim. Ji ber rewşa xerab ya aborî min xwendina xwe neqedand. Hêviya min ew e ku weke her jina ciwan xewn û xeyalên xwe pêk bînim.”

“EZ PIR DIWESTIM”
Karkera ciwan Meha cemîl ya ji bajarê Hesekê jî ku li Amûdê bi cih bûye, li ser karê xwe yê li kargehê wiha axivî: “Ez 14 salî me. Ji ber xizaniyê neçar bûm di temenê piçûk de kar bikim. Min ji xwendinê hes dikir lê xizaniyê bêxwendin hiştin. Xwesteka min ew bû ku di paşrojê de bibim bijîşk, lê mixabin weke min nebû. Pênc Meh in li vir dixebitim. Hefteyê 18 hezarî distînim, lê têra min nake. Pêdivî bi giştî biha bûne. Çimkî girêdayî dolar in. Êdî em nikarin tiştekî bikirin. Ji 7ê sibehê heta 5ê êvarê li ser piyan im. Di şûştina feraxan û çêkirina şîraniyê de dixebitim. Ez pir diwestim. Hêviya min ew e ku di paşrojê de xewnên xwe pêk bînim.”