Vekirina kargeheke din bi pêşengiya jinan

30

Nivîsgeha Jinan ya Şaredariya Gel ya Reqa kargeha madeyên paqijiyê vekir. Ev kargeh projeya yekê li ser asta bajêr e û derfeta kar ji jinan re diafirîne.
Li gorî pêşniyarên Nivîsgeha Jinan ya Reqa, projeya yekê ji jinên bajêr re hat vekirin. Ev proje 8’ê Mijdarê li kolana sûka Hedîd ya li taxa Rimêlê bi lêçûna 4 hezar dolarî hat vekirin. Projeyên bi vî rengî li bajêr pir kêm in û ji bo jinan jî tecrûbeya yekê ye.
3 jin li kargehê dixebitin, ji wan yek rêveber û pispora vê xebatê ye, her du jinên din jî karker in.
Têkildarî mijarê, endama rêveberiya Nivîsgeha Jinan ya Şaredariya Gel ya Reqa Ewatif Îsa wiha got: “Erkê me ye ku em derfetên kar ji jinên herêmê re peda bikin.”
Ewatif Îsa axaftina xwe wiha domand: “Me xebata amadekirina kargeha madeyên paqijiyê kir. Di kargehê de alavên normal hene. Lê derbarê rêjeya qezencê de li gorî jinan sûdmend e. Herwiha ji sedî 40 ji jinên karker re û ji sedî 60 ji sindoqa jinan ya Şaredariya Gel ya Reqa re ye. Ev jî ji bo destpêkirina projeyên din û geşkirina aboriyê ye. Wê di çend rojên bê de, jimara karkeran li gorî derfet û firehkirina projeyê zêde bikin da xwe bigihînin projeyên ku xizetma tevayiya jin û civakê dikin.”
Jina bi navê Menal Casim jî ku di vê projeyê de dixebite, wiha got: “Nivîsgeha Jinan ne ev proje tene ji bo alîkariya jinan ya debara jiyana rojane vekir, herwiha ji bo ku ji civakê re nîşan bide ku jin dikarin her projeyê bi rê ve bibin.”
Menal Casim hêvî kir ku piştgiriya jinan bê kirin da dest bi projeyên din bikin.