“Teqez emê bi ser bikevin û Efrînê rizgar bikin”

42

Yekîtiya Werzişê ya Herêma Efrînê dagîrkirina kantona Efrînê û tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û diyar kirin ku heta qewitandina dagîrkeran wê berxwedanê bidomînin.

Dewleta tirkî ya dagîrker 20`ê Çileya 2018`an êrişî kantona Efrînê kir û 18`ê Adara heman salê piştî berxwedana 58 rojan Efrîn hat dagîrkirin.

Yekîtiya Werzişê ya Herêma Efrînê li yarîgeha gundê Babinês yê kantona Şehba, daxuyaniyek da.

Hevserokê Yekîtiya Werzişê ya Herêma Efrînê Mistefa Ismaîl daxuyanî xwend û tê de wiha hat gotin: “Bi navê Yekîtiya Werzişê ya Herêma Efrînê em dagîrkirina bajarê Efrînê şermezar dikin. Dewleta tirkî ya dagîrker siyaseta tesfiyekirina etnîkî û guhertina demografiyê dimeşîne û îradeya gelan û sîstemên demokratîk dike hedef. Herwiha bi riya çeteyên xwe hewl dide xewna Împaratoriya Osmanî pêk bîne.”

Di daxuyaniyê de tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan hat şermezarkirin û wiha hat gotin: “Bi israr û îradeya me ji şehîdên xwe girtî, emê tecrîda li ser rêberê enternasyonalîst Abdullah Ocalan têk bibin.”

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Em werzişvanên herêma Efrîn û Şehba, emê li hemberî faşîzma Tirkî bibin mertalên zindî û emê jiyana azad û birûmet ava bikin. Teqez emê bi ser bikevin û Efrînê rizgar bikin.”