SOHR: 20 girtîgehên veşartî yên çeteyan li Efrînê hene

53

SOHRê, di rapora xwe de bal kişand ser kiryarên dermirovî yên çeteyên dewleta tirkî yên li Efrînê û diyar kir ku 20 girtîgehên veşartî hene.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan ya Sûriyê (SOHR) di raporê de kiryarên dewleta tirkî ya dagîrker û çeteyên wê yên li herêma Efrîna dagîrkirî eşkere kirin û bi kiryarên dermirovî bin av kirin.
Li gorî rapora SOHRê, dewleta tirkî ya dagîrker û çeteyên wê ji roja yekê ya dagîrkirina Efrînê ve (Adara 2018’an li dijî şêniyên wê yên resen û koçberên li Efrînê, dest bi kiryarên dermirovî kirin. Herwiha ji bilî diziya malê sîvîlan, tundî li dijî welatiyan, bi taybetî yên Kurd tê kirin.
Li gorî raporê, ji destpêka dagîrkirinê ve, bi hezaran Kurd hatine girtin, di girtîgehên veşartî yên ku li deverên cuda yên Efrînê avakirine hemû cûreyên işkenceya fîzîkî û derûnî li wan tên kirin. Herwiha hat diyarkirin ku armanc ji piraniya bûyerên girtinê, xwestina fidyeyê ye.
SOHR, di raporê de hat gotin ku 20 girtîgehên veşartî yên çeteyan li Efrînê hene û wiha rêz kirin; Girtîgeha Miwaselat, Beraa, Dibistana Kerama, Hikma, girîgeha Tirindê ku ya herî xeter e û ji aliyê MÎT’ê Tirk ve tê birêvebirin, Ezhar Efrîn, Dibistana Îtîhad Erebî, Eşrefiyê, girtîgeha Mehmûdiyê, Kolana Vêlat, Dibistana Emîr Xubarî, Basûta, Xerîba, Kefer Cenê, Şingiliyê, Meydan Ekbis, Meheta, Goran, Şiyê û Qermitleq.