“Rûsya şirîk e, ne garantor e”

57

Endamê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya MSD’ê şaxê Reqa Xelîl Xemîs, têkildarî bêdengiya Rûsya li hemberî êrişên dewleta tirkî yên ser navçeya Eyn Îsa got; Rûsya ne garantora agirbestê ye, şirîka dewleta tirkî ye. Herwiha diyar kir ku dewleta tirkî rasterast sîvîlan dike hedef da wan bide koçberkirin.
Dewleta tirkî ya dagîrker û çeteyên wê, rojane êrişî navçeya Eyn Îsa dikin, lê Rûsya ya garantor û civaka navneteweyî bêdeng in.
Endamê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) şaxê Reqa Xelîl Xemîs da zanîn ku tevî ku baregehên hêzên Rûsya li navçeya Eyn Îsa hene, êrişên ser navçeyê rojane didomin û got; dagîrker rasterast sîvîlan dikin hedef.
Xemîs wiha li gotinên xwe zêde kir: “Rûsya ku li herêmê garantor e, derbarê êrişên artêşa tirkî û çeteyên wê de ti helwestan nîşan nade û ev dibe sedem ku êrişên xwe pirtir biki, şêniyên wê koçber bikin û rewşa wan bikin weke ya şêniyên Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê.”
“RÛSYA HEVKAR E NE GARANTOR E”
Xemîs da zanîn ku bêdengiya Rûsya nîşan dide ku li herêmê ne dewleteke garantor e, hevkara êrişan e. Dixwaze yan dewleta tirkî yan jî hikumeta Şamê navçeyê dagîr bike û got, cihê mixabiniyê ye ku Rûsya erke xwe bi cih nayne.
Endamê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya MSD’ê şaxê Reqa Xelîl Xemîs di dawiya axaftina xwe de berxwedana QSD`ê ya li dijî êrişên artêşa tirkî yên ser Eyn Îsa û Til Temirê silav kir û bang li civaka navneteweyî kir ku êrişên honaven yên li dijî ewleyî û azadiya gelên herêmê bisekinîne.