Projeya anîna ava Firatê ji bo Hesekê dest pê dike

57

Rêveberiya Xweser ya herêma Cizîrê ragihand ku li şûna stasyona Elok ku dibinê dagîrkeriya dewleta tirkî û çeteyên wê de ye, dest bi projeya anîna ava Firatê kiriye. Lêçûna projeyê jî milyonek û pêncsed hezar dolar e.

Hevserokê Meclisa Rêveber ya herêma Cizîrê Telet Yûnis di civîneke çapemeniyê ya li stasyona Elwe de ku 10 kîlometre li başûrê Şedadê ye, ragihand ku dest bi projeya anîna ava Firatê hatiye kirin.
Yûnis wiha axivî: “Ji ber dagîrkirina stasyona Elok ji aliye dewleta tirkî û çeteyên wê ve, av li ser zêdetirî milyonek kesî hat birîn û şêniyên Hesekê, gundewarê wê û gundewarê Til Temir zehmetiyeke mezin dikişînin. Ji ber wê Rêveberiya Xweser li çareyên alternatîf geriya û di encamê de dest bi projeya anîna ava Firatê kir.”
Yûnis da zanîn ku Desteya Rêveberiya Herêmî ya Meclisa Rêveber ya herêma Cizîrê bi hevkariya bernameya Firatê, vê projeyê bi rê ve dibe.
Yûnis axaftina xwe wiha domand: “Wê ev proje li ser gelek merheleyan bi sererastkirin, restorekirina stasyona 47’an, stasyona Elwe û sererastkirina torên avê pêk were. Ji wê zêdetir wê projeya dayîna kehrbeyê ji stasyonan re pêk were.”
Yûnis diyar kir ku projeyê dest bi sererastkirina stasyonan kiriye, da evê bigihîne stasyona Ezîziyê ya li Hesekê. Lewre ev stasyon û torên avê di dema dagîrkeriya DAIŞ’ê de hatin talankirin û xerabkirin.
Di dewama axaftina xwe de Yûnis wiha got: “Merheleya destpêkê wê av bigihe stasyona Ezîziyê, pişt re projeyên din bi sererastkirina stasyona Ezîziyê, stasyona Şedadê û stasyonên din yên li gundewarê Hesekê werin sererastkirin û wiha pê de çû: “Seretastkirina stasyonan, merheleya duduyan e ku ava vexwarinê bigihîne tevayiya şêniyan, ji herêmên gundewarê bakurê Dêrezorê heta Hesekê.”
Yûnis di dawiyê de wiha got: “Ev proje ji sedî 20 ava Hesekê dide, lêçûna wê jî milyonek û pêêncsed hezar dolar e. Tê payîn ku proje dawiya meha Adarê temam bibe.