Nexweşxaneyên gerok

47

Lêzan EBDIKÊ/Qamişlo

Ji pêwîstiyên civakê yên herî sereke nexweşxana ne. Lê ji ber ku welatê me di rewşeke awarte de ye, nexweşxaneyên heyîn nikarin bersiva pirsgirêkan tevan bidin. Ji ber wê çare di nexweşxaneyên gerok de hatiye dîtin.

Ji bo pêkanîna pêwîstiyên civakê yên tendurustiyê, Weqfa Jinên Azad, bi alîkariya Heyva Sor a Kurdî û Saziya Tenduristiyê, li Dêrik û gundên wê dest bi projeyeke nû kir.

Armanca vê projeyê çi ye?

Ji rêveberiya Weqfa Jinên Azad beşa tenduristiyê, Melka Hesaf li ser projeyê ev agahî dan: “Ev 5 meh in me li Dêrikê û gundên wê dest bi vê projeyê kiriye. Di projeya me de nexweşxaneyên gerok hene. Lewra pîwîstî li wir pir heye, bi taybetî di vê rewşa belavbûna koronayê de. Ev proje herwiha ji bo biryara qedexeya derketina derve dibe alîkar. Ji ber wê projeya me bala civakê kişand. Me xwest ji bo kesên rewşa wan ya aborî ne baş, bibin alîkar. Lewra venêrîna bijîşkî bêpere ye û ji bo hin kesan giran e.

Xabata Nexweşxaneyên gerok

Melka Hesaf di axaftina xwe de wiha behsa xebata nexweşxaneyên gerok kir: “Me dixwest erebeyên bi alavên bijîşkî yên pêwîst amede bikin. Di heman demê de di wan de dermanxaneyeke biserûber hebe û dermanan bêpere bidin nexweşan. Lê di peydakirina pisporên tenduristiyê de em zehmetiyê dikişînin. Vê pêwîstiyê jî em bi alîkariya Heyva Sor a Kurd û Saziya Tenduristiyê pêk tînin.”