Li Reqa civîna salane ya dayîk û hemserên şehîdan

48

Dayîk û hemserên şehîdan yên Reqa civîna xwe ya 2020’an li dar xistin û astengiyên derketîn pêşiya wan nirxandin.

Civîn bi beşdariya 100 dayîk û hemserên şehîdên Reqa û gundewarê wê li dar ket. Civîn di heman demê de ji bo amadekariya konferansa yekê ya dayîk û hemserên şehîdan bû.
Piştî rêzgirtinê endama Meclisa Malbatên Şehîdan ya Reqa Hîba Ebdullah perspektîfên rêber Abdullah Ocalan yên ji jinan re xwendin. Dûv re endama rêveber ya Nivîsgeha Jinan ya Meclisa Malbatên Şehîdan ya Tebqa Rûmet Tebqa rewşa siyasî nirxand û wiha axivî: “Ji her kesekî re krîza li Sûriyê û rewşa 10 salan, eşkere ye. Bi destpêkirina “bihara gelan” û şoreşên li herêmê yên bi navê bihara Ereb re, gelê Sûriyê banga azadî û edaletê kir. Gelên Sûriyê derketin qadan û şoreşeke aştiyane li dar xistin. Tê de banga guhartina demokratîk di binesaziya hikumeta Şamê de, kirin.”
Rûmet Tebqa axaftina xwe wiha domand: “Em dayîk û hemserên şehîdan bi vîna jinan di jiyan û civakê de bawer in, em girîngiyeke mezin didin rol û pêşengiya wan ya di her qada jiyanê de. Armanca me jî pêkanîna edalet û wekheviya di navbera jin û mêr de ye. Lê merheleya bê, wê dijwar be. Ji ber wê divê em xwe ji zehmetiyan re, amade bikin û divê vîna me xurt be. Lewre vîn her tiştî ava dike.”
Rûmet Tebqa axaftina xwe wiha : “Jin hêza afrîner di civakê de ye û dualiyên (jin û welat, jin û civak, jin û siyaset, jin û azadî, jin û demokrasî, jin û xweşikbûn, jin û exlaq) girêdayî hêza jinan ya hundir in û ew jiyanê xweşik û pîroz dikin.”
Li dawiya civînê de, jinan nêrînên xwe pêşkêş kirin.