Li Kobanê di qezaya trafîkê de du bira mirin

59

Li gundê Dungir yê başûrê Kobanê qezayeke trafîkê çêbû. Di encamê de du zarokên birayên hev jiyana xwe ji dest dan.

Qeza li ser riya Helebê, nêzî gundê Dungir yê li başûrê kantonê Kobanê çêbû. Di encamê de du birayên hev Idrîs (12) û Umer (14) yên kurên Welîd Şêxo jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatîn bidestxistin, her du zarok di dema bûyerê de li ser motorsiklêtê bûne û erebeya qeza kiriye ji cureyê “Hilfawî” ye.

Li gorî agahiyan, di qezayê de birayê mezin li ciyê bûyerê, yê din li nexweşxaneyê miriye.

Li gundê Dungir ku riya Kobanê-Helebê tê re derbas dibe, ji ber ku mal û dikan nêzî rê ne û ajokar xemsar in, gelek bûyer diqewimin.