Komîteya Çand û Şûnwaran ya Dêrezorê çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de behsa şûnwarên herêmê yên li bajarokê Hecîn ya Dêrezorê û şêniyên wê hat kirin.
Navenda Çand û Şûnwaran ya Rêveberiya Sîvîl ya Dêrezorê bi beşdariya bi dehan şêniyên bajarokê Hecînê, rûspî û helbestvanan çalakiyek li dar xist.
Li ser zindîkirina çand û dîroka herêmê û danasîna wê bi welatiyan, ji aliyê rûspî û helbestvanan ve nîqaş hat kirin.
Koma Çand û Kevneşopiyê stiranên gelêrî yên ji mîrasa herêmê pêşkêş kirin.