Li Dêrezorê du rûspiyên qebîleyan hatin kuştin

38

Hin kesên nenas êrişî mala rûspiyekî qebîleya El-Igêdat ya li gundewarê rojhilatê Dêrezorê kirin û ew û kurê wî kuştin. Herwiha rûspiyekî eşîra El-Bikêr û gundiyek jî hatin kuştin.

Li gorî agahiyan, hin kesên nenas bi ser mala rûspiyê qebîleya El-Igêdat ya Dêrezorê şêx Telyûş Elafî El-Şetat de girtine û ew tevî kurê wî Mehmûd kuştine. Bûyer li gundê Hewaic Zêban yê rojhilatê Dêrezorê qewimiye.

Tebaxa borî jî kesên nenas êrişî erebeya serokekî eşîra El-Igêdat şêx Îbrahîm Xelîl Cedan El-Hefel kiribûn û şêx Metşer Hemûd Cedian El-Hefel ku di heman erebeyê de bû, tevî ajokarê erebeyê hatibûn kuştin û şêx Îbrahîm El-Hefel jî birîndar bûbû.

Li aliyekî din, Hisên Şêx El-Cemîl “Ebo Sedam” yê ji bajarê El-Bisêra ku yek ji rûspiyên eşîra El-Bikêr e di encama kemînekê de ku hin çekdarên nenas li herêma El-Ezba jê ra danîbû hat kuştin.

 

Li heman herêmê herwiha welatiyê bi navê Mehmûd Mihemed El-Ayid jî yê ji gundê Ebû Herdûb ji aliyê kesên nenas ve hat kuştin.

Hat zanîn ku Mehmûd di werşeyên girêdayî Daîreya Kehrebeyê ya Dêrezorê de kar dikir û berî niha di Meclisa Bajarokê Şihêl de hevserokê komînekê bû.