Li ber avayiya NY çalakiya Ciwanên Şoreşger

31

Ciwanên Şoreşger li dijî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan, li ber avayiya Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Qamişlo çalakiyek li dar xistin.
Bi durişma “Dem dema azadiyê ye, teqez emê bi ser bikevin”, Tevgera Ciwanên Şoreşger şaxê Sûriyê û Yekîtiya Jinên Ciwan ya Herêma Cizîrê, li dijî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û xwedîderketina li pêngava greva birçîbûnê ya girtiyên di zindanên dewleta tirkî de, li ber avayiya Komîseriya Karûbarê Koçberan ya NY ya li bajarê Qamişlo çalakiyek li dar xist.
Di çalakiyê de ku bi dehan şêniyên bajarê Qamişlo tev lê bûbûn, endama Yekîtiya Jinên Ciwan ya Herêma Cizîrê Mîdya Mihemed axivî û got; ji bo ku em ji bandora dagîrkeriyê xilas bibin, divê destpêkê em rêber Abdullah Ocalan azad bikin.
Mîdya Mihemed piştgiriya xwe ya ji bo girtiyên siyasî yên di zindanên dewleta tirkî de nîşan da û axaftina xwe wiha domand: “Emê xeta berxwedanê bidomînin û çalakiyên xwe berfirehtir bikin da ku armancên xwe yên jiyaneke azad û birûmet pêk bînin.”
Çalakî wê bi beşdariya endamên saziyên sîvîl û leşkerî 9 rojan dewam bike.