Komîteya Ciwanan û Werzişê li Eyn Îsa çalakiyên werzişî li dar xistin

37

Komîteya Ciwanan û Werzişê ya kantona Girê Spî di çarçoveya pêngava “Teqez emê bi ser bikevin” de, li navçeya Eyn Îsa çalakiyên werzişî li dar xistin.

Çalakî di çarçoveya pêngava ciwanan ya ji bo şermezarkirina êrişên dewleta tirkî ya dagîrker yên ser Sûriyê de û girêdana bi xaka xwe ve hat lidarxistin.

Çalakiya ciwanên navçeyê tevlî bûyîn li kolana sereke ya navenda navçeyê hatin lidarxistin.

Piştî çalakiyên werzişî, berdevkê Komîteya Ciwanana û Werzişê Malik El-Himêrî diyar kir ku tevî êrişên dewleta tirkî ya dagîrker û çeteyên wê, dev ji axa xwe bernadin û bêdengiya navneteweyî jî şermezar kir.