Komîteya Çand û Hunerê ya Hesekê şêwekar Hesen Esaf xelat kir

39

Komîteya Çand û Hunerê ya kantona Hesekê û Daîreya Şûnwaran pêşangeheke wêne û amûrên kevnar li devera şûnwarî ya Nabada vekir. Komîteyê hunermendê şêwekariyê yê cîhanî Hesen Hemdan Esaf û xwendekarên wî xelat kirin.

Komîteya Çand û Hunerê ya kantona Hesekê bi hevkariya Daîreya Şûnwaran û bi durişma “Çand giyan, wijdan û bîra gelan û qîrîna wan ji bo çarenûsa wan e” pêşangeheke wêne û alavên kevnar li cihê dîrokî yê Nabada yê li bajarokê Til Beyder vekir.

Armanca pêşangehê, danasîna mîrasa çandî ya madî û rêbaza parastina wê ye.

Li erdnîgariya Cizîrê ya Sûriyê ser 100î re cihên dîrokî hene.

Di pêşangehê de, gelek ji çînên civakê, bi dehan ji endamên navend û saziyên sîvîl û leşkerî yên bajêr û hevserokê Desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê Ilyas Seydo û hunermendê şêwekar Hesen Hemdan Esaf amade bûn.

Di pêşangehê de, 67 tablo ji dibistanên hunerî hatin pêşandan. Tablo li ser mîras û folklora gelêrî ya jînegeha Cizîrê hatibûn çêkirin. Herwiha bi dehan parçeyên entîke ku nîşana çanda civaka Cizîrê ne, hebûn.

Piştî rêzgirtinê hevserokê Desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê Ilyas Seydo, berdevka Komîteya Çand û Hunerê ya Hesekê Efaf Heskî û rêveberê Şûnwaran yê Hesekê Ednan Berî axivîn. Ilyas Seydo berxwedana QSD’ê silav kir û wiha got: “Ji her kesî ve xuya ye ku dewleta tirkî ya dagîrker û çeteyên wê li herêma Efrîn û Serê Kaniyê şûnwarên her du herêman dizîn û talan kirin. Ji ber ku şûnwar nîşanên şaristaniyên gelên li herêmê ne, bi talankirina wê hewl didin dîrokê berûvajî bikin.”

Seydo bang li gelên herêmê kir ku li hemberî dewleta tirkî ya dagîrker û çeteyên wê hevgirtî bin, li ber xwe bidin û xaka Sûriyê rizgar bikin.

Li aliyekî din jî berdevka Komîteya Çand û Hunerê ya Hesekê Efaf Heskî da zanîn ew îro li cihê dîrokî yê Nabada kom bûne, da ku çand û şaristaniya pêkhateyên herêmê vejînin û wiha pê de çû: “Divê em bi çand û şaristandiya xwe ve girêdayî bin. Ji ber dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl didin çand û nasnameya tevahî pêkhateyan tune bikin.”

Efaf Heskî wiha bi dawî kir: “Em bi saya çand, şaristandî, nasname û zimanê xwe hene, divê em parastina wan ji êrişên li dijî herêmê bikin.”

Rêveberê şûnwaran yê kantona Hesekê Ednan Berî jî diyar kir ku pêşangeh dîroka herêmê û girêdana wê bi kevneşopî û adetên gelêrî ve diyar dike.

Piştî axaftinan helbestvan Ferhad Merdê û Serac Kendeh helbestên welatparêziyê xwendin.

Di pêşangehê de, Komîteya Çand û Hunerê ya Hesekê, ji ber ku beşdarî tevayiya çalakiyên li bakur û rojhilatê Sûriyê hatîn lidarxistin, bûne, hunermendê şêwekarî û cîhanê Hesen Hemdan Efas û xwendkarên wî xelat kirin. Herwiha komîteyê spasiya wan li ser piştgiriya pêşangehê, kir.