Komîna Fîlman ya Efrînê xelat girt

19

Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê li Navenda Çand û Hunerê ya Reqa, Komîna Fîlman ya Efrînê li ser rola wê ya di pêşxistina sînemayê de, xelat kir.

Komek ji rewşenbîrên Reqa, nûnerên Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweser û Desteya Çandê ya Herêma Efrînê, endamên hatîn xelatkirin û endamên Partiya Sûriya Paşrojê û Meclisa Sûriya Demokratîk, beşdarî şahiya xelatdayînê bûn.

Di şahiyê de, bi navê Rêveberiya Xweser endamê Desteya Serokatiyê Hemdan El-Ebid axivî û bal kişand ser rola derhêneran ya di çêkirina fîlman de ku êşa şêniyên Efrînê û kiryarên artêşa tirkî ya dagîrker yon hovane.

Piştî axaftinan li ser Mihrîcana Lêlûn ya Sînemayê û 3 fîlmên derhênerên wan hatîn xelatkirin (fîlmê ‘Çavên Rêwî’ yê derhêner Mesûd Kirad, fîlmê ‘Ber bi Ro’ yê derhêner Zîlan Silêman û fîlmê ‘Karwan’ yê derhêner Miheydîn Erselan) hatin pêşkêşkirin.

Pişt re, Komîna Fîlman ya Efrînê û hevserokê Desteya Çandê ya Herêma Efrînê Ebdustar Şekwî ji aliyê Desteya Çandê ya bakur û rojhilatê Sûriyê ve hatin xelatkirin.