Ji Kongreya Star pêngava qonaxa 2.

29

Kongreya Star di komxebatekê de ku li Qamişlo li dar xist, qonaxa duduyan ya pêngava “Na ji dagîrkerî û qirkirinê re..em bi hev re jin û jiyanê biparêzin” ragihand.
Kongreya Star şaxê kantona Qamişlo, bi beşdariya endamên rêxistinên jinan yên bakur û rojhilatê Sûriyê, nûnerên jinan û partiyên siyasî û saziyên sîvîl yên têkildarî jinan komxebatek li Hola Zana ya bajarê Qamişlo li dar xist.
Di komxebatê de du mijar hatin nîqaşkirin; ya yekê li ser dagîrkerî û qirkirina jinan, ya din li ser komkujî û kiryarên li dijî jinê hatîn kirin.
Piştî rêzgirtinê endama Desteya Rêveber ya Meclisa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif têkildarî mijara yeke axivî û got; di dîroka mirovayiyê de jin hatin kolekirin, hê jî ji aliyê rejima baviksalarî ve tundî li ser jinan tê meşandin, jin dibin qurbana vê sîstemê ku rasterast bandorê dike.”
Foza Yûsif diyar kir ku gelek rêbazên tundiyê hene ku li ser jinan tên meşandin û got, tundî ne tenê fîzîkî ye, di heman demê de tundiya fikirî û derûnî jî hene.
Mijara 2. ya komxebatê ji aliyê endamên Navenda Lêkolîn û Parastina Jinan Mizgîn Hesen û Etiya Yûsif ve hat nirxandin. Di vê mijarê de hin rêbazên bidawîkirina binpêkirin û sûcên li dijî jinên Sûriyê hatin destnîşankirin,
Piştî axaftinan daxkuyaniyek hat xwendin.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:
– Li ser hemû cureyên tundî û dagîrkeriyê 30 panêlên diyalogan li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê hatin lidarxistin.
-Sê panel li ser programa zoomê bi tevlêbûneke mezin ji tevahî jinên ji derveyî welat hat çêkirin.
-Xebatê komkirina imzeyan ji bo eşkerekirina kiryarên dewleta tirkî û çeteyên wê, her wiha piştgiriya yekîneyên parastina jinan YPJ bi tevlêbûna 368 kesayet û 231 rêxistinan hat birêxistinkirin.
-Insiyatîfa ku 34 rêxistin û dezgehên jinan li ser asta Rojhilata Navî, Bakurê Afrîkayê û Mexribê tê de beşdar bûn, di dîroka salvegera şehadeta siyasetmedara jin Hevrîn Xelef hat ragihandin.
-Amedekirina dosyayên belgekirî ku tê de kiryarên dewleta tirkî û çeteyên wê, destdirêjiya wan li ser jinê eşkere dike û şandina wan belgeyên komkujiyan ji aliyên pêwendîdar re.
-Ji bo danasîna binpêkirin, kiryarên dewleta tirkî û komên girêdayî wê 400 broşûr hatin belavkirin.
-Navenda lêkolîn û parastina mafên jinê li Sûriyê hin dosyayên li ser kiryarên dewleta tirkî di heqê jinê de eşkere kirin. Di nav de 88 hatine kuştin, 140 hatine revandin, 497 tundî dîtine. Herwiha Meclisa Edaleta Jinê 56 kuştin, 23 destdirêjî, 26 jî xwekuştin, 11 revandin, li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê belge kirin û ji rêxistinên mafê mirovan û hiqûqnasên jin re hatin rêkirin.
– Bi ragihandina hemleya 2. ku wê ji 17’ê Çile heta 17’ê Nîsanê dewam bike, em serkeftinên xwe li tevahî jinan pîroz dikin. Emê di demên pêş de armancên hemleya xwe ragihînin.”
Daxuyanî bi durişma “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.