Ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan kampanya nameyan

66

KCDK-E ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan bang kir ku e-maîl û nameyan ji sekreterê giştî yê NY Antonio Guterres re bişînin û got; ji bo ku em bi sed hezaran e-maîl û nameyan bişînin, seferber bibin.

Dîwana Hevseroktiyê ya KCDK-E di daxuyaniya xwe de Koma Xebatê ya Kurd ya Afrîkaya Başûr (KHRAG) û Konfederasyona Sendîkayên Afrîkaya Başûr (COSATU) silav kir û ji bo şandina nameyan ji Sekreteriya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) re, banga seferiyê kir.
KCDK-E diyar kir ku li cîhanê tevê tê qebûlkirin ku ramanên rêber Abdullah Ocalan çareseriyê tînin û ji bo vê jî kampanya û xebata navneteweyî tên kirin.
KCDK-E kampanyayên sendîkayên karkeran yên Ingilîz, kampanya Insiyatîfa “Ji Ocalan re azadî” ku ji Ewropa heta Rojhilata Dûr, Awûstralya, Emerîka ji hêla nivîskarên ku xebata Nobelê standine, akademîsyen û şexsiyetên navneteweyî di nav de cih digirin bîr xistin û got, ev kampanya û xebat didomin.
Herwiha hat gotin, gelên cîhanê, jin, derdorparêz, dilxwazên aştiyê, sazî û dezgehên mirovî, sendÎkayên karker û kedkaran vê felsefeya Rêber Apo hêza çareseriyê ya li Kurdistanê û herêmê dibînin, herwiha dibînin ku li dijî şer wekheviya nava gelan û li dijî dîktatoriyê wê demokrasiyê geş bike. Ji bo ku bi vê rola xwe pêk bîne dizanin ku divê Rêber Apo azad be û jê re azadiyê dixwazin.”
KCDK-E kampanya “Ji Ocalan re azadî” ya sendîkayên Ingilîz Unite the Union û GMB’ê ku bi milyonan endamên wan hene bîr xist û diyar kir ku 30 sendîka destekê didin vê kampanyayê û li Ingilistan û Gallerê dengekî zêde derxistiye.
Li gorî daxuyaniyê navnîşana ku wê name jê re werin şandin, wiha ye:
Mr. António Guterres
Secretary-General United Nations
UN Headquarters, S-3800
New York, NY 10017
USA