“Ji bo aramiya kampê 24 saetan em li ser kar in”

100

Darîn SILÊ/Qamişlo

Ji bo pêşwazîkirina koçberan, 3`yê Tebaxa 2014an Rêveberiya Xweser ya bakur û rohjihilatê Sûriyê li bajarê Dêrikê bi navê Newroz kampek ava kir. Li kampê rêveberî, dibistan û Heyva Sor hene. Bi taybetî asayiş ji bo parastina kampê 24 saetan li sar kar e.
JI rêveberiya asayişa kampa Newrozê ya li bajarê Dêrikê Umer Ebdela, li ser kar û xebata xwe ya li kampê ev agahî dan: “Du meh in hatime vir. Ev kamp ji 3`yê Tebaxa 2014an ve ava bûye. Berî niha civaka me ya Êzîdî li vir bû. Piştî rizgarkirina Şingalê ji aliyê YPG û YPJê ve, malbatên Êzîdî vegeriyan cih û warên xwe. Ji ber dagîrkeriya dewleta tirkî ya li bajarê Serê Kaniyê û Girê Spî ya 9ê Cotmeha 2019an, bi sedhezaran kesên van deveran koçber bûn. Ji bo wê biryar hat dayîn ku li vê kampê bên bicîkirin. Niha 210 malbat li vir dimînin û Rojbiroj pirtir dibin. Kamp têra 1500 malbatî dike. Dudu jin heşt zilam, em deh kes li vir hêza ewlekariyê ne. Em ewlekariya deriyê kampê dikin û dewriyeyên me 24 saetan li derdora kampê digerin.”


Umer Ebdela axaftina xwe wiha qedand: “Dema pirsgirêk di nava gel de derdikevin, em bi alîkariya rêveberiya kampê çareser dikin. Lê li kampê rewş bi giştî aram e. Heta niha ti pirsgirêkên giran derneketine. Lê ji dema derketina nexweşiya korona ve karê me pirtir bûye. Ji bo pêşîgirtina li nexweşiyê û parastina gel em her tim di nava tevgerê de ne. Çimkî nexweşî zû belav dibe. Bi taybetî li vir malbat pir nêzî hev in. Weke din ji milê ewleyiyê ve kamp pir parastî ye. Çimkî derdora kampê girtî ye û ti kes nikare nêz bibe. Em bi hêvî ne gel bi me re alîkar be, çimkî em ji bo parastina wan li vir in.”