Hilbijartina pêşwext ya Iraqê hat paşxistin

45

Hilbijartina pêşwext ya parlementoya Iraqê ku dihat payîn 6ê Hezîrana îsal were lidarxistin, hat paşxistin.

Li gorî çapemeniya Iraqê, piştî Komisyona Bilind ya Hilbijartinên Iraqê li gel her sê serokatiyên Iraqê civiya, biryar hat dayîn ku hilbijartina pêşwext ya Parlementoya Iraqê ku wê 6ê Hezîrana îsal bihata lidarxistin, hat paşxistin.

Hat gotin hilbijartin ji bo piştî meha Îlonê hatiye paşxistin.