Greva birçîbûnê di roja 52. de bi biryardariyeke xurt didome

53

Greva birçîbûnê ya ji bo şkandina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û têkbirina zordariya li zîndanan hatî destpêkirin, di roja 52, de didome û girtî di çalakiya xwe de bibiryar in.

Greva birçîbûnê ya ji bo şkandina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û bidawîkirina zordariya li girtîgehan ku 27`ê Mijdarê ji aliyê girtiyên PKK û PJAK’ê ve hatibû destpêkirin, di roja 52. de dewam dike.
Girtî diyar dikin ku li gel işkence û zordariyê heta tecrîd bi dawî nebe wê dev ji çalakiya xwe bernedin û bi biryardarî bidomînin. Herwiha bang li gel jî dikin ku li çalakiyên greva birçîbûnê xwedî derkevin.
GREVA BIRÇÎBÛNÊ LI MEXMÛRÊ DI ROJA 31Ê DE YE
Li wargeha koçberan ya şehîd Rustem Cûdî (Mexmûrê) jî li dijî tecrîda li Îmralî, bi pêşengiya jinan, 18’ê Kanûnê, çalakiya greva birçîbûnê hat destpêkirin. Çalakî li Komeleya Malbatên Şehîdan ya Mexmûrê di roja 31ê de dewam dike. Şêniyên wargehê di çalakiya xwe de bibiryar in û diyar dikin ku heta tecrîd neyê şkandin û zordariya li zîndanan neyê rakirin wê dev ji çalakiya xwe bernedin.