Emê tecrîdê bi têkoşîna xwe bişkînin

51

Jiyan Bozo/Amûdê

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her ku diçe girantir dibe. Girtiyên ji doza PKK û PJKê nêzî du mehan e dest bi girava birçîbûnê kirine. Ji bo xwedîderketina li girtiyan û şkandina tecrîdê, li bakur û rojhilatê Sûrî gel helwesta xwe diyar kir û gotin; heta em azadiya rêbertiya xwe ya fîzîkî misoger bikin emê li qadan bin.

“AZADIYA RÊBER APO AZADIYA GELÊN ROJHILATA NAVÎ TEVAN E”
Têkildarê mijarê hevseroka meclisa bajarokê Topo yê Amûdê Mîdya Se´do wiha axivî: “Em tecrîda li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar dikin. Rêber Apo ne serokê Kurdan tenê ye, di roja me ya îro de bi milyonan kes wî nûnerê xwe dibînin û li ser fikir û felsefeya wî têdikoşin. Xwesteka dewleta tirkî ya dagîrker tinekirina rêbertiya me ye. Ev 22 sal in Rêber Apo di girtîgehê de ye. Ji bo misogerkirina azadî û hebûna Kurdan berxwedanke mezin dike. Bi ked û xebata xwe, ji bo gelê li ber tinebûnê jiyaneke nû afirand. Me bi wî û fesefeya wî xwe nas kir. Jina Kurd ku tine dihat dîtin, bi saya rêbertiyê îro xwedîmaf e û li her qada jiyanê kar dike.
Mîdya Se´di axaftina xwe wiha qedand: “Ev tcerîd ne li ser rêbertiya me tenê ye, li ser gelên Rojhilata Navî tevan e. Rast e Rêbe Apo bi bedena xwe di zindanê de ye, lê bi fikir û ramanê xwe di nava me de ye û bi milyonan Ocalan gihandine. Azadiya Rêber Apo azadiya gelên Rojhilata Navî tevan e. Banga min ji her kesî re heye; li zarokên xwe yên di greva birçîbûnê de xwedî derkevin, dakevin qadan û bi yek dengî bêjin; BÊ SEROK JIYAN NA BE.”

“EM NE NOKA LI KEVIR IN, EM XELEKA JI AGIR IN”
Hevserokê şaredariya bajarokê Sinçeqa Hecî Se´don Ebdurehîm Şakir jî ev nirxandin kir: “Di serî de em vê tecrîdê şermezar dikin. Di van salên dawiyê de dewleta tirkî ya dagîrker tecrîda li ser rêbertiya me girantir dike. Ji sala 2019an ve ne parêzeran hevdîtin pê re kiriye, ne jî malbatê. Ji ber wê fikarên me hene. Gelo li Îmralî çi dibe? Dixwazin vîna me bişkînin, lê em ne ew Kurdên berê ne ku em ji wan re serî daynin. Na, ji bo azadiya serokatiya xwe em amade ne canê xwe jî bidin. Em ne noka li kevir in, em xeleka ji agir in. Em berxwedana li zindanan silav dikin û ji wan re wiha dibêjin: Di nava wê zilm û zorê de we serî dananî. Em jî li dûv şopa we ne û heta şkandina tecrîdê û azadkirina rêbertiya xwe emê di nava têkoşînê de bin.”