Emê bi vîna xwe ya ciwantiyê tecrîdê bişkînin

32

Jiyan BOZO/Qamişlo

Ji bo şkandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xwedîderketina li çalakkerên greva birçîbûnê, bi durişma “Dem Dema Azadiyê Ye Teqez Emê Bi Ser Bikevin”, ciwanên herêma Cizîrê dest bi çalakiyan kirin.
“ME BI CIWANTÎ DEST PÊ KIR EMÊ BI CIWANTÎ BI SER BIKEVIN”
Endama Tevgera Xwendekarên Demokratîk jina ciwan Selwa Elî, derbarê çalakiyan de wiha axivî: “Berî her tiştî ez hevalên di greva birçîbûnê de silav dikim. Bi durişma “Dem Dema Azadiyê Ye Teqez Emê Bi Ser Bikevin”, ji bo şkandina tecrîda girankirî ya li ser rêbertiya me û xwedîderketina li girtiyên azadiyê, me ciwanên xwendekar dest çalakiya konvedanê kir. Çalakiya me bi tevlîbûna ciwanên Cizîrî dest pê kir. Wê her roj ciwanên bajarekî tevlî çalakiyê bibin. Banga min ji ciwanan, bi tayibet jinên ciwan re heye; têkoşîna xwe xurttir bikin, li hevriyên xwe xwedî derkevin û ti carî serî daneynin. Em berpirsiyarên vê şoreşê ne û emê vî erkî pêk bînin. Rêbertiya me wiha dibêje: “Me bi ciwantî dest pê kir, emê bi ciwantî bi ser bikevin.”
“LI HEVALÊN LI ZINANAN XWEDÎ DERKEVIN DA EM RÊBERTIYA XWE AZAD BIKIN”
Ji rêveberiya Jinên Ciwan yên herêma Cizîrê Medya Mihemed jî ev nirxandin kir: “Çalakiya me li ser asta Cizîrê hat destpêkirin. Ji bo bersivdayîna berxwedana girtiyên azadiyê ya li dijî dagîrkeran û şkandina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan, me dest bi vê çakakiyê kir. Lewre ev erkê me tevan e û her kes berpirsiyarê vê têkoşînê ye. Wê çalakiya me 8 rojan dewam bike û ji seranserê herêma Cizîrê ciwan tevlî bibin. Herwiha wê sazî û meclisên bajaran jî tevlî vê çalakiyê bibin.”
Medya Mihamed axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em ji dewleta tirkî ya dagîrker re wiha dibêjin; berxwedana me ji zindanan dest pê kir û li tevayiya bajaran belav bû. Em hevriyên xwe tenê nahêlin. Emê hovîtiya we têk bibin û Kurdistaneke azad û serbixwe ava bikin. Wê ev berxwedan bi pêşegiya jinên ciwan û tevgera jinên azad mezin bibe. Çimkî durişma me ev e: “Dem Dema Azadiyê Ye Teqez Emê Bi Ser Bikevin.” Ji bo vê banga min ji ciwanan tevan re heye; tevlî çalakiyê bibin û li hevalên li zinanan xwedî derkevin da em rêbertiya xwe azad bikin.”