Di salvegera dagîrkirina Efrînê de pêşangeha şêwekariyê

42

Foruma Çandî ya Helebê pêşangeheke hunera şêwekariyê li dar xist. Gelek şêwekarên ji herêmê beşdarî pêşangehê bûn.

Bi nêzîkbûna salvegera 3. ya dagîrkirina bajarê Efrînê, Foruma Çandî ya Helebê li Navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê ya li taxa Şêxmeqsûd pêşangeheke şêwekariyê li dar xist.

Şêwekar Henîf Hemo, Mihemed Çawîş, Aslan Mamo, Royar Bekir, Şukran Bîlal û Şêrîn Elo beşdarî pêşangehê bûn.

Di pêşangehê de herwiha şêniyên taxê û hunerhez amade bûn û hunermend Idrîs Mistefa û Ekrem Niyazî mûzîk pêşkêş kirin.

Şêwekar Aslan Mamo got; pêşangehê derfet da me ku em hestên xwe bigihînin civakê û çandeke civakî ya gihandina nameyan bi riya tabloyan, hesiband. Mamo got; di tabloyan de peyamên şermezarkirina bêdengiya aliyên navneteweyî li hemberî koçberkirina şêniyên Efrînê hatin dayîn.

Mamo wiha axivî: “Foruma Çandî bi riya vê pêşangehê fikrên me raber kirin. Di pêşangehê de 6 şêwekarên ji Efrîna dagîrkirî beşdar bûn. Em hêvî dikin ku peyamên me gihîştibin aliyên têkildar.”

Di tabloyan de, folklor, bingehên dîrokî û êşa koçberiyê tên raberkirin. Herwiha hin tablo balê dikişînin ser êşa tevyiya gelên bakur û rojhilatê Sûriyê.

Hevseroka Foruma Çandî ya Helebê Leyla Xalid bal kişand ser nêzîkbûna salvegera 3. ya dagîrkirina kantona Efrînê û got; armanc ji pêşangehê ew e ku piştgiriyê bidin hunera şêwekariyê. Lewre êşa me hemûyan yek e, hunermend dikarin vê êşê bi xebata xwe ya hunerî bigihînin derdorê. Em bi van pêşangehan dixwazin çanda hunerî di nava civakê de belav bikin.