Di êrişên Israîlê de herî kêm 127 kes hatin kuştin û birîndarkirin

57

Di êrişên Israîlê yên li herêma Dêrezor û Bûkemalê de, herî kêm 80 kes hatin kuştin û 37 kes birîndar bûn ku piraniya wan alîgirên Îranê ne.

Balafirên şer yên Israîlê nuqte û depoyên çek û cebilxaneyê yên hikumeta Şamê û komên din yên alîgirên Îranê yên “Lîwa Fatimiyûn”, li herêma bajarê Dêrezorê heta sînorên Sûriyê-Iraqê li çola Bokemalê, bombebaran kirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan ya Sûriyê (SOHR) ragihand ku Israîlê zêdetirî 10 êrişên asîmanî li ser depoyên Eyaû, baregeha Saîqa, Lîwaya 137`an, çiyayê li Dêrezorê û nuqteyên din li derdora Dêrezorê, pêk anîne.

Li gorî SOHR`ê, 80 kes hatine kuştin û 37 kes jî birîndar bûne.

Berî hingê jî SOHRê diyar kiribû ku li bajarê Bokemal 8 teqîn çêbûne. Di heman demê de balafirên bêmirov yên nenas li ser herêmê geriyane.

Gelek caran balafirên Koalisyona Navneteweyî li hêzên Îranê yên li Bûkemalê didin.

 

 

 

FacebookTwitterWhatsAppTelegram