Aldar Xelîl: Êrişên li ser Eyn Îsa û tevliheviya li Qamişlo bi hev ve girêdayî ne

63

Aldar Xelîl diyar kir ku dewleta tirkî û hikumeta Şamê ji bo êrişên ser bakur û rojhilatê Sûriyê li hev kirine û got; di dema êrişên dewleta tirkî yên ser Eyn Îsa de, hêzên hikumeta Şamê jî li Qamişlo tevlîhevî derxistin.
Endamê Desteya Hevserokatiya PYDʼê Aldar Xelîl pirsên Yenî Ozgur Polîtîkayê bersivandin.
Aldar Xelîl têkildarî xebata yekîtiya li rojavayê Kurdistanê diyar kir ku ji ber nehatina nûnerê Emerîkî, danûztandina di navbera Partiyên Yekîtiya Neteweyî ya Kurdî (PYNK) û ENKSʼê de sekiniye û axaftina xwe wiha domand: “Di hinek mijaran de me gav avêtin. Ji bo dayîna biryaran me li hev kir ku li Rojava ciyekî serlêdanê hebe. Lê ENKSʼê di vê çarçoveyê de li gorî xwe hinek encam derxistin û xwest Peymana Rêveberiya Xweser ya Demokratîk biguherîne. Lê me ev qebûl nekir. Lewre ev peyman bi îradeya tevayiya gelên herêmê hatiye amadekirin. Ne rast e ku çend partî bên cem hev û vê biguherînin. Lê ew jî vê dikin şert û xwe nadin ber meseleyê. Ev helwesta wan rêveberiyê baş nake, xira dike. Ji ber wê bivênevê mirov difikire gelo ew dixwazin çêkin an jî xira bikin. Mînak dixwazin sîstema xweparastinê û zimanê zikmakî biguherin. Weke din dixwazin sîstema hevserokatiyê rakin, jixwe neteweya demokratîk paşguh dikin û girîngiyê nadinê.
Dixwazin tevlî rêveberiyê bibin. Me got, baş e. Me got, heta niha hûn bi dijmin re xebitîn, bi qaşo Koalisyona Mûxalifên Sûrî re bûn ku maşikên destê dewleta tirkî ne. Lê ji bo yekîtiyê hinek şert û merc hene. Me qala hilbijartinê kir. Lê ew bê hilbijartinê dixwazin bibin xwediyê nîvê rêveberiyê.
Hin mijarên din hene hê neketine rojevê. Lê dema bê wê bikevin rojevê. “Pêşmergeyên Roj” ya rastî ne pêşmerge ne. Çete ne. Di destê dewleta tirkî de bûne çete. Li Şingalê û li Qendîlê bi kar anîn. Çawa ku Erdogan çete li Libya û Azerbaycanê bi kar anîn, wan jî bi kar tîne. Ji ber wê ne mûmkin e em wan qebûl bikin. Kesên çetetî kirîn ne rast e li Rojava wezîfeya leşkerî bikin.”

‘EGER BIKARE WÊ ROJAVA BI TEVAYÎ DAGÎR BIKE’
Aldar Xelîl diyar kir ku dewleta tirkî dixwaze “Tirkiya Mezin” ava bike û jê bê wê tevayiya rojavayê Kurdistanê dagîr bike, lê hêza wan nikare bersiva hevsengiyên navdewletî bide. Weke din krîza aborî ya dewleta tirkî tê de ye, her wiha pirsgirêkên wê yên bi temamê cîranan re nahêle zêdegaviyan bikin.
Aldar Xelîl bîr xist ku dewleta tirkî li herêmê bûye çavkaniya tevayiya pirsgirêkan û got; dewleta tirkî weke berê nikare bi awayekî berfireh êriş bike. Lê di demeke krîz yan jî valatiyekê de dixwaze hinek tiştan bike. Di çarçoveya êrişên ser Eyn Îsa û Til Temir de Aldar Xelîl qala tevliheviya li Qamişlo jî kir û got; bêguman têkiliya van êrişan û tevliheviyan bi hev re heye.