Rewşa jinên Êzîdî li kampên başûrê Kurdistanê

49

Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) derbarê bûyerên xwekuştinê yên li kampên li başûrê Kuristanê dibin daxuyanî da û got; xwekuştin ne çareserî ye, li şûna wê divê jinên Êzîdî asta têkoşînê mezin bikin.

Daxuyanî wiha ye:

“Di  nava civaka me ya Êzîdî de di van demên dawî de bûyerên xwekuştinê zêde derketine pêş. Bi taybetî li kampên başûrê Kurdistanê. Wek din keç û jinên Êzîdî dema neçar dimînîn, serî li xwekuştinê didin. Em Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) dema em van bûyeran dibihîsîn xemgîn dibin û dibêjin xwekuştin ne çare ye. Li şûna xwekuştinê divê em li ser malbata xwe û civaka xwe bi taybetî keç û dayîkên xwe yên niha di destê DAIŞ’ê de ku çarenûsa wan ne diyar e, bifikrin û ji bo wan tekoşînê bikin.

Lewre yê herî zêde di dema fermanê de rûbirû bi zehmetiyan re may û rastî xwekuştin, firotin, şewitandin û işkenceyê hatî jina Êzîdî bû, bi taybet jî jinên ciwan. Ya ku îro tola wan hilîne û bibe bersiva van lîstokên ku li ser civaka me ya Êzîdî tên meşandin, jina Êzîdî ye. Ji ber wê jinên ciwan ên Êzîdî  îro barê me giran e. Çavê vê civakê li me ye ku em bibin pêşengên wan û ji bo wan tekoşînê bikin.

Çi jina Êzîdî tengav bibe, bixwaze nîqaş bike, li riyên çareseriyê bigere dikare serî li Tevgera Azadiya jinên Êzîdî bide. Meclîsên me yên TAJÊ li her gund û navçeya Şingalê û derveyî welat xwe birêxistin kiriye. Emê bi her derfeta xwe ji pirsgirêkên jinên Êzîdî re bibin bersiv. Rêber APo ji bo jinan derfet û riyên çareseriyê afirandine. Ji ber wê di serdema niha de bi fikrê rêber Apo em ti carî neçarî xwekuştinê nabin.”