“Ji roja yekê ya dagîrkirinê ve çete di malên me de bi cih dibin”

85

Koçberên ji Serê Kaniyê gotin; dewleta tirkî ya dagşrker ji roja yekê ya dagîrkirina bajarê Serê Kaniyê ve çeteyên DAIŞ’ê li malên me bi cih dike. Armanca wê ew e ku hêviya welatiyan ya vegerê bişkîne.”

Dewleta tirkî bi her rêbazê hewldana guhartina demografiya herêmên Sûriyê dike. Bi darê zorê welatiyan koçber dike û malbatên çeteyan li xaniyên wan bi cih dike. Li bajarê Serê Kaniyê ya dagîrkirî malbatên çeteyên DAIŞ`ê yên iraqî bi cih dike û nasnameyan ji wan re derdixe.
Welatiya bi navê Leyla Hec Kero derbarê mijarê de wiha got:”Ji kêliya dagîrkirina bajar û derketina me ve, dewleta tirkî xaniyên me diyarî çeteyan dike. Li gorî agahiyên me bi dest xistîn, bijîşkekî DAIŞ’î di xaniyê me de hatiye bicihkirin. Ez ji wan re dibêjim gelekî şad nebin, dawiyê her tiştî wê were, wê rojeke were û emê we ji xaniyên xwe derxin.”
Leyla Hec Kero diyar kir ku derketina wan ji Serê Kaniyê nayê wateya ku dev ji fikirê vegera li malên xwe berdaye.
Welatiya bi navê Zozan Hisên jî diyar kir ku dewleta tirkî bi darê zorê ji malên wan derxistine da ku çeteyan lê cih bike û wiha got: “Dema êrişan em neçar man ku 3 rojan li çolê bimînin û me hêviya bidawîkirina şer dikir da ku li malên xwe vegerin. Lewre mirov bê mal û xak bê kok e jî.
Zozan Hisên got; armanca ji bicihkirina malbatên çeteyan ew e ku malên Kurdan dagîr bikin. Ma gelo nafikirin ku wê rojek were û ji van malan derkevin? Ji roja em ji bajêr derketîn ve xwesteka me ew e ku em li malên xwe vegerin.