Îbrahîm Qeftan: Divê dagîrkeriya tirkî li xaka Sûriyê were têkbirin

73

Serokê Partiya Sûriya Paşrojê diyar kir ku dewleta tirkî hewl dide împeretoriya Osmanî vejîne û got, lê dîrok paş de venagere ber bi paşrojê ve diçe, divê dagîrkeriya tirkî li xaka Sûriyê were têkbirin.”
Îbrahîm Qeftan ku tevlî çalakiya kon ya ji bo şermezarkirina dewleta tirrkî ya li Minbicê bûbû, got; divê dewleta tirkî ya dagîrker û çeteyên wê li xaka Sûriyê werin têkbirin, da herêmên din yên bi keda şehîdan hatîn rizgarkirin, dagîr nekin.
Di axaftina xwe de Qeftan da zanîn ku dewleta tirkî hewl dide împeretoriya Osmanî vejîne û got, lêbelê dîrok paş de venagere, wê pêş de biçe.
Qeftan herwiha got; divê welatiyên herêmê û tevayiya Sûrî bi helwesteke aqilane li hember hişmendiya dewleta tirkî ya mêtînger têbikoşin.
Qeftan bal kişand ser nakokiya navneteweyî ya li qada Sûriyê jî û wiha axivî: “Çi Emerîka, çi Rûsya çi jî dewleta tirkî, tev ji bo berjewendiyên xwe li qada Sûriyê şer dikin. Lê Partiya Sûriya Paşrojê bang dike ku Sûriye yek e û paytexta wê jî Şam e û divê di çarçoveya rêveberiya nenavendî û demokratîk de be.”