Çiya Firat: QSD xwe dispêre hêza xwe ya cewherî

50

Ji fermandarên QSD’ê Çiya Firat geşedanên dawî yên li Eyn Îsa nirxandin û got; şervanên QSD ‘ê bajarokê Eyn Îsa diparêzin û di binê sîwana Rêveberiya Xweser de tê meşandin. Me Eyn Îsa radestî rejima Sûrî nekiriye. Beşek ji artêşa rejima Sûriyê li wir heye, di eniyên pêş de heye. Lê ev nayê wateya ku me bajar radestî wan kiriye.”

Ji fermandarên Hêzên Sûriya Demorkatîk (QSD) Çiya Firat di hevpeyînvekê de ligel ANHA geşedanên dawî bi taybetê yên li bajarokê Eyn Îsa nirxandin. Firat got; eger êrişek bibe emê bersivê bidin û bajarên xwe biparêzin. Herwiha bal kişand ser bêdengiya hêzên hikumeta Şamê, Emerîka û Rûsya li hemberî êrişên dewleta tirkî yên ser Eyn Îsa.

 Li ser pirsekê Firat wiha got:

“Jixwe me encama şer û êrişên du mehên dawî yên li Eyn Îsa bi raya giştî re par ve kiriye. Tiştekî me yê veşartî nîne. Êrişên ser Eyn Îsa hê jî dewam dikin. Dibe ku şert û mercên niha rê nedin ku êrişeke berfireh çêbe. Lêbelê êrişên dijmin di vê demê de bi awayekî parçeyî me û dixwaze hinek dever bi vî rêbazî dagîr bike. Armancê dijmin dorpêçkirina Eyn Îsa ye. Dewleta tirkî û çeteyên wê dixwazin bi vî rengî biçin encamê. Bi teknîkeke pêşketî, balafirên bêmirov, obus, tank û hwd bi kar tînin. Hewldan pir bû lêbelê berxwedana şervanan nehişt pêş ve werin. Niha di gelek dezgehên çapemeniyê de çawa ku çeteyan gund bi dest xistibin agahiyan belav dikin, lêbelê tişteke wisa nîne. Hêzên li cihê xwe ne û bersiva her êrişê didin.”

Li ser pirsa “Têkoşîna li dijî DAIŞ’ê îro di çi astê de ye?” Firat ev bersiv da:

“Demeke dirêj DAIŞ li herêmê bihêz bû. QSD’ê bi hevkariya Hêzên Koalisyona Navneteweyî operasyonên taybet li dar xistin. Bi raya giştî re jî hat parvekirin. DAIŞ bihêz bû, gelek bajar û bajarok di destê wê de bûn. Li hemberî wan şerekî dijwar hat kirin. 11 hezar hevalên me şehîd bûn. Herî dawî li gundê Baxozê DAIŞ şkest. Em nikarin bêjin DAIŞ bi giştî tine bûye. Hê jî çeteyên veşartî hene. Li bajarên weke Dêrezorê, Reqa, Tebqa û li gelek cihan dema firsendê dibînin çalakiyên xwe dikin.”

Ji bo gel jî fermandarê QSDê Çiya Firat ev bang kir:

Ji bo gelê Kurd, gelê Ereb ango gelên li vê herêmê tevan vê dibêjim; em QSD li cem gelê xwe ne. Emê gel biparêzin. Emê bajar û bajarokên xwe biparêzin. Ji ber wê divê gel jî li kêleka hêza QSD’ê bisekine û axa xwe biparêze. Banga min ji bo tevayiya gelên herême ew e ku bajarên xwe bernedin. Em QSD erkê me yê sereke parastina gel e. Emê gel û bajarên xwe biparêzin û li hemberî her êrişê li ber xwe bidin û şer bikin. Encex bi gelê xwe re em bikarin parastina xwe bikin. Devberdana ji xaka xwe û welatê xw nabe. Encex em li gel hev axa xwe biparêzin. Hêviya me ji gel ev e û divê li gorî wê em xwe amade bikin. Eger gel û QSD li kêleka hev bisekinin emê bi ser bikevin.”