Dewleta tirkî careke din kûçikên har derbasî bakur û rojhilatê Sûriyê kirin

43

Dewleta tirkî ya dagîrker li derdora 50 kûçikên har di deriyê sînor yê Xerzê yê navçeya Dirbêsiyê re derbasî bakur û rojhilatê Sûriyê kirin. Tê texmînkirin ku kûçikên har nexweşiyên xeter girtibin.

Li gorî çavkaniyên ji gundê Xerzê, dewleta tirkî li derdora 50 kûçikên har di deriyê sînor re ber bi navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo ve berdan.

Ev cara sisiyan e ku dewleta tirkî kûçikên har derbasî gundên navçeya Amûdê û Dirbêsiyê yên nêzî sînor dike. Ev fikaran bi gel re çêdike û tê texmînkirin ku nexweşiyên xeter girtibin.