Artêşa Yemenê nuqteyên stratejîk li Mairibê bi dest xistin

59

Artêşa Yemenê ragihand ku piştî şerekî dijwar bi komên Ensarallah El-Hûsî re, nuqteyên stratejîk li eniya çiyayê Murad yê başûrê parêzgeha Mairibê, rizgar kirine.

Fermandarê aliyê rojavayê eniya çiyayê Murad serheng Ehmed Micêdîi ji malpera Erebiyê nêt re wiha got: “Artêşa nîştimanî û leşkerên aliyê rojavayê eniya çiyayê Murad, nuqteyên stratejîk ji binê serdestiya milîsên El-Hûsî rizgar kirin.”

Micêdîi da zanîn ku di şer de gelek endamên Hûsiyan hatine kuştin û birîndarkirin, herwiha gelek çekên komên ser Îranê, hatine desteserkirin.