Şêxmûs: Wê nakokî bi diyalogê çareser bibin

61

Endamê Komîteya Navendî ya PDKS`ê Remzî Şêxmûs got, nakokiyên di navbera aliyên Kukrd de li başûrê Kurdistanê bi diyalogê çareser dibin.
Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (PDKS) Remzî Şêxmûs girêdayî aloziya li başûrê Kurdistanê û bandora wê li diyalogên heyîn û avakirina lêvegera kurdî, nirxandin kir.
Şêxmûs diyar kir ku diyalogên heyîn yên di navbera Partiyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdî (PYNK) û Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) de, ku ji 6 mehan ve pêk tên, gihîştin qonaxeke girîng û divê dewam bikin.
Şêxmûs di nava axaftina xwe de behsa hebûna astengiya kir û got, nakokiyên heyîn ne hêsan in. Lewre ji destpêka aloziya Sûriyê ve nehatine çareserkirin.”
Şêxmûs axaftina xwe wiha domand: “Her du alî, (ENKS û Rêveberiya Xweser) xwediyên projeyên taybet in. Lê hinek pişta xwe didin derve û bi ajandeyên derve ve girêdayî ne. Mebesta min jî itîlafa Sûriyê ye.”

`MIJARÊN DÛRÎ ÇARÇOVEYA DIYALOGÊ`
Endamê Komîteya Navendî ya PDKS`ê da zanîn ku diyalogên heyîn li ser gelek mijaran pêk tên. Yek ji wan avakirina lêvegereke kurdî, nîqaşkirina paşroja Rêveberiya Xweser û ewleyiya herêmê ye. Şêxmus bîr xist ku aliyan li ser xala yekê li hev kiriye, hinek xal tên nîqaşkirin.
Remzî Şêxmûs da xuyakirin ku ji daxwaziyên ENKS`ê ecêb maye, bi taybetî daxwaziyên girêdayî perwerdeya bi zimanê kurdî. Şêxmus ew daxwazî bi daxwaziyên derveyî çarçoveya diyalogê bi nav kir û wiha got: “Di rojên dawî de em ji daxuyaniyên rêveberên ENKS`ê yên têkildarî zimanê Kurdî û mijarên din ecêb man. Ev pêşniyar ne xalên diyalogê ne. Gelo çima di vê demê de behsa wê tê kirin? Divê em vê bipirsin.”