SEKRETERÊ GIŞTÎ YA PARTIYA SÛRIYA PÊŞEROJÊ HEVRÎN XELEF KÎ YE?

618

Ronahî / Şehba

Hevrîn Xelef ji bajarê Dêrikê ê Rojavayê Kurdistanê ye. Sala 1983’an ji dayîk bûye. Xwendina xwe ya seretayî, navîn û amadeyî li dibistanên Dêrikê qedandin. Li parêzgeha Heleb fakulteya Çandiyên dixwîne. Li wir jî bawernameya Endezyariya Çandiniyê werdigire.

Piştî lidarketina Şoreşa 19 Tîremhê ya 2012’an, Hevrîn bi çalakî xwendevanan bi rêxistin dike. Piştre jî di nav saziyê civaka sivîl de kar dike. Piştî ku Şoreşa Rojava sazî û dezgehên xwe ava dike, Hevrîn dibe rêvebera Meclîsa Aborî ya bajarê Qamişlo.

Di 21 Kanûna 2014’an de Rêveberiya Xweser rê ragihandin. Saziyên rêveberiyê jî tên avakirin. Hevrîn weke Cîgira Desteya Enerjiyê cihê xwe di rêveberiya Kantona Cizîrê de digire. Piştî 2015’an ku çend desteyên Rêveberiya Xweser bûn yek, Hevrîn weke Hevseroka Desteya Aborî ya Cizîrê tê hilbijartin.

Sala 2018’an Hevrîn derbasî xebatên siyasî dibe. Hewl dide partiyek siyasî ku nûnertiya hemû gelên Sûriyê bike ava bike.

Di 27 Adara 2018’an de li bajarê Reqayê Kongreya damezrîner a Partiya Sûriya Pêşerojê tê lidarxistin. Di kongreyê de partiyên siyasî, kurdî, erebî, suryan, şêxên eşîran ên bakur û rojhilatê Sûriyê amade bûn. Ji ber ku Hevrîn Xelef bi çalakiya xwe ya pêşxistin û garantiya mafan dihate naskirin, di kongreya damezrîner de bû Sekreteê Giştî ya partiyê.

Hevrîn xwedî bîr û bawerî bû ku aloziya Sûriyê ya siyasî bi şer nayê çareserkirin. Her digot: “çareseriya aloziya Sûriyê bi destê gelên Sûriyê bi xwe ye. ancax ev jî bi riya diyaloga sûrî-sûrî pêkan û misoger be”. Ji lew re jî her bi aliyên siyasî, civakî re di nava hevdîtinan de bû. Lêgerîna wê ya çareseriya aloziya welêt heya kêliya dawî berdewam bû.

Bi êrişên faşîzma Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên 9’ê Cotmehê re, şanayên razayî yên çeteyên DAIŞ jî şiyar dibin. Di 11’ê Cotmehê de, dema ku Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef bi erebeya xwe li ser riya navneteweyî ya bajarê Qamişlo bû, çeteyên DAIŞ yê girêdayî Tirkiyê rê lê digirin û tevî ajokarê wê bi awayekî qirêj tên şehîd xistin.