Broken Horses 2015

677

Sekretera giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef diyar kir ku çareseriya aloziya Sûriyê bi danûstandina Sûrî-Sûrî de pekan e û da zanîn ku ew jî di destê gelê Sûriyê de ye.

Sekretera giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef bi rasthatina salvegera 7`an a şerê Sûriyê axivî.

Hevrîn Xelef di destpêka axaftina xwe de diyar kir, şoreşa Sûriyê veguherî aloziyê û wiha got: “Alozî bû sedema koçberî û berbelavbûna gelê Sûriyê. Gelê Sûriyê bû qurbaniyê aloziya ku hîna berdewam e. Heta niha jî ev alozî negihaye çareseriyê.”

Hevrîn destnîşan kir ku hêzên herêmî piştgirî dan terorê û bûn sedema dirêjkirina temenê aloziya Sûriyê û got: “Ev hêz bûn sedema rijandina xwîna gelê Sûriyê.”

ÇARESERÎ BI DIYALOGÊ PÊKAN E

Her wiha Hevrîn mekanîzma çareseriya aloziya Sûriyê nirxand û wiha dewam kir: “Çareserî di destê gelê Sûriyê de ye. Divê gel mafê diyarkirina çaranûsa xwe werbigire.”

Di dawiyê de Hevrîn Xelef diyar kir ku di demeke nêzîk de teror ango çeteyên DAIŞ`ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê têk biçin û wiha got: “Ji ber wê divê tevahiya hêzên siyasî, sazî û civaka Sûrî di radeya yekemîn de hişmendiya DAIŞ`ê li herêmê tune bikin û li şûna wê ruhê hezkirinê di nav bera gelê Sûriyê de biçînin.”…ANHA