Gerîlayan li çiyayên Kurdistanê 8’ê Adarê pîroz kirin

641

8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji aliyê gerîlayên YJA Starê ve hate pîrozkirin. Ji fermandarên YJA Starê Têkoşîn Toprak jî tevlî pîrozbahiyê bû.

Bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, bi dehan gerîla li çiyayên Kurdistanê li hev civiyan û merasîmek lidar xistin.

8’Ê ADARÊ YA HEMÛ JINAN E

Ji fermandarên YJA Starê Têkoşîn Toprak, 8’ê Adarê li gerîlayan pîroz kir û diyar kir, 8’ê Adarê ji bo wan hem bîranîn e, hem pîrozbahî ye, hem jî roja bilindkirina têkoşînê ye. Toprak got, di demekê de ku tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye şidandin û li dijî tecrîdê berxwedaneke dîrokî heye, ew 8’ê Adarê pêşwazî dikin. Toprak diyar kir, 8’ê Adarê roja hemû jinan e ku li Mezopotamya, Kurdistan, Rojhilata Navîn û dinyayê li ber xwe dane, li ber xwe didin.

Toprak bi dewamÎ got, “Ruhê berxwedanê yê Sema Yuce, Sakîne Cansiz û Mazlûm Dogan niha bi ruhê 8’ê Adarê re di şexsê berxwedêran Leyla Guven û Nasir Yagiz dewam dike. Di çarçoveya têkoşîna Rêber Apo de ku dixwaze sedsala 21’ê bike sedsala jinê, israra di çanda jinê-dayikê de berxwedêrên mîna Leyla Guven derxistiye holê.” Toprak destnîşan kir, 8’ê Adarê ji bo wan zemîn û hinceta têkoşîna jiyanî ye.

Têkoşîn Toprak got, “Bi navê jinên ku li çiyê nasnameya azad a jinê didomînin, sozê didin jinên berxwedêr hemûyan ku em ê bi ser bikevin. Em ê faşîzmê ji holê rakin û tecrîdê bi dawî bikin.”

Piştî merasîmê agir hate dadan û gerîla dest bi gerandina govendê kir.