Hozan Canê hate girtin

782

Hozan Canê ku welatiya Elmanyayê ye û ji ber xebatên hilbijartinê ya HDP’ê çûbû bajarê Tirkiyê Edîrneyê, ji aliyê polîsên dewleta Tirk ve bi bahaneya filmê wê ya li ser fermana 74’an a Şengalê destpêkê hate binçavkirin paşê bi biryara dadgehê hate girtin.
Bêtehemûliya dewleta Tirk a li hember Kurdan xwe di her qadê de dide nîşan. Welatiya Almanyayê hunermend Hozan Canê, ku ji bo xebatên hilbijartinê yên HDP’ê çûbû Edîrneyê, li navçeya Enezê hatibû binçavkirin. Piştî îfadeya li dozgeriyê Canê bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya 1’emîn a Edîrneyê hatibû kirin. Dadgehê bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” Canê girt.
Ji bo îdiaya navborî wekî hincet fîlmê “Fermana Şengalê ya 74’an” ku Canê hem derhênerê wê hem jî lîstikvana wê ya sereke bû û di sahneyek fîlm de çek di dest de bû, di çenteyê wê de hatiye dîtin hat nîşandan.
Hozan Canê şandin Girtîgeha Edîrneyê.