Şaredariya Qamişlo bajar paqij dike

1010

Şaredariya Gel a Şerqî ya bajarê Qamişlo hemleya paqijkirina bajêr didomîne.Hemleya paqijkirina bajar ji qirêj û tozê ku ji aliyê Şaredariya Şerqî ya bajarê Qamişlo ve hatiye destpêkirin didome. Xebatkarên şaredariyê gihiştın kolana Hîzam a li taxa Tey ya bajarê Qamişlo û ew der hemû hate paqijkirin.
Rêveberê Şardariya Gel Emîn Cedû diyar kir ku armanca hemleyê bedewbûna bajar û parastina welatiyan e û diyar kir ku hemleya wan berdewam e ta hemû tax û kolan werin paqijkirin.Emîn Cedû bang li welatiyan kir ku parastina paqijiya bajar bikin…ANHA