Şaredariya gel a milê Rojhilat “Şerqê” di 16’ê Nîsana bûrî de projeya avkirina yekemîn meslexaneye sewlan bi dawî bû.
Dema ku serjêkirina sewland dûrî meslexê ne bi rengekî rêk û pê bê gurandin rê ber gelek nexweşiyan vedike, bi vê mebestê Şaredariya Gel a milê Şerqê li taxa Qenat Siwês yekemîn meslexa sewlan vekir. Da ku koştên saxlem bêyî tu êşan û baqijtir bighêje niştcihan, her wiha bi vî rengî barê şardeariyê jî kêm dibe.
SEWAL BERÎ Û PİŞTÎ SEREJÊK
İRİN TÊNE KONTROLKİRİN
Têkîldarê mijarê Bijîjkê Beyterî yê “sewalan” Ehmed Şêxo da zanîn ku beriya ku sewlan serjê bikin rewşa wan ajalan a tendrustî ber çav digrin da ku bizanibin bê kuşt bê nexweşî ye û wiha dom kir: “Pêwîste em tendrustiya sewlan ber çav bikin û kontrol bikin, ji ber hind nexweşî hene di riya goştê ne başde dighêje mirovan. Her wiha piştî selixandinê jî dîsa ew goşt ji hêla bijîjkê beyterî yê berpirsê meslexê têne kontrol kirin, dema ku ew sewla û goşt saxlem be û bêyî nexwşiyan be nû li bazarn yên goşte firoş tê belav kirin.”
PROJEYÊN NÛ HENE
Şêxo diyar kir ku Meslex di rojê de nêzî 100 serî paz û 15 çêlek serjê dike, her wiha debîheya her pezrkî ku li meslexê tê gurandin bi 500 PS ye û yê goşte firoş pez bi 1000 û çêlek bi 2000 PS serjê dike, lê dema ku ew sewal serjêke, paqij û goşt hurke bi buhaya 10 hezaran distîne. Her wiha wekî meselx çerim anjî “iyarê” wan sewlan kom dikin û dibin kargeha çerman a li Helebê, ji bo wê jî hind projeyên avakirina karegeha çermên sewlan li hermê hene lê niha ê lêkolîn kirin.”
Bijîjkê Beyterî yên sewalan Ehemd Şêxo tekez kir ku rojane deriyê Meslexa sewlan ji demjimêra 6 sibê heye 2 nîvro ji hemû aboneyan re vekiriyê û wiha bi dawî kir: “Çavdêriyên di vî karî de pisporin di serjêkirina sewlan disekinin, ev kesan jî ji hêla mûduriya tendrustiyê ya girêdayî şaredariya şerqî ve hatine erkdar kirin, her wiha piştî kontrol kirina saxlemiya goşt ji hêla wan ve bi mohra mûdîryetê ve tê mohrkirin.”
Melek DEMÎRTAŞ