Şaredariya Gel a Keramê ya girêdayî gundewarên rojhilatê bajarê Reqayê xwesteka cotkaran ji bo ku mazotê ji wan re peyde bikin, pêk anî. Ji ber ku piraniya cotkarên herêmê zeviyên xwe bi rêya bîran av didin, rêjeya ava çemê Firatê daketiye.
Bi destpêkirina demsala çandiniyê ya havînê û bilindbûna pileyên germahiyê cotkaran bang li şaredariyê kir da ku mazotê ji wan re peyde bikin, ji ber ku rêjeya ava çemê Firatê kêm bûye û cotkar bi rêya bîran zeviyên xwe av didin.
Di vê çarçoveyê de Şaredariya Gel a El-Keramê li ser xwesteke cotkaran 18 hezar lître mazot bi rêya komîteyên çandiniyê yên di nava komînan de li cotkaran belav kir.
Hevserokê Meclisa Gel a rojhilatê El-Keramê Abdullah El-Wehîd diyar kir ku ev cara 3`yemîn e ku mazotê belav dikin, vê carê jî 18 hezar lître belav kirin û her wiha ji her donimî re 3 lître mazot didin.
Cotkarê bi navê Hisên El-Casim diyar kir miqdarê mazotê ku li wan tê belavkirin têrê nake, ji ber ku pileyên germahiyê zêde ne û pêwîstiya axê bi avê heye. Hisên diyar kir ku wî 180 lître mazot bi buhayê 55 lîreyên Sûriyê girtiye. Hisên xwest ku mazot û semadê ji cotkaran re werin peydekirin…ANHA