Monday, June 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji bo zarokan perwerdeyên hunerî

16/08/2018
in Uncategorized
A A
Ji bo zarokan perwerdeyên hunerî
Share on FacebookShare on Twitter

Ji bo dûrxistina zarokan ji rewşa şer û aloziya ku li herêmê  tê jiyîn, ji bo pêşxistine şarezahî û asta zarokan, Saziya Perwerdeyê li bajarê Hesekê çalakiyên cur bi cur pêşkêş kirin.

Saziya Perwerdeyê di 16’ê Hezîrana borî ve û piştî bidawîbûna sala perwerdeyê, dewreyên ji bo pêşxistina karînên zarokan li her du dibistanên Hesekê, Can Hecar li taxa El-Salihiyê û Elî Bekir li taxa El-Kelasê vekirin. Saziyê, bajar bi navê beşa rojhilat û beşa rojava dabeşî du beşan kiribû.

Zarok di dewreyan de li gorî derfet û daxwazên xwe tev li gelek çalakiyên muzîkê wekî stran û lêdana amûrên tembûr, ûd, keman, gîtarê û çalakiyên hunerî wekî karên destan û çalakiyên werzîşê bûn.

Zarokên ku tev li dewreyan bûne, temenên wan di navbera 6-16 saliyê de bûn. Hejmara zarokên ku tev li dewreyan bûne 325 e. Li dibistana Elî Bekir a taxa El-Kelesê 150 zarok û li dibistana Can Hecar a taxa El-Salhiyê 175 zarok. Zarok ji taxên El-Eziziye, El-Miftî û El-Salihiyê tev li dewreyan bûn.

Endamên rêveber a çalakiyên havînê li her du dibistanan Biyan Bekir (D.Elî Bekir) û Bîwan Mihemed (Can Hecar) li ser armancên vekirina van dewreyan axivîn û destnîşan kirin ku ji bo pêşxistina şarezahî û karînên zarokan û ji bo dûrxistina wan ji rewşa şer wan ew dewre vekirine.

Her du endamên rêveber diyar kirin ku li ser daxwaza malbatên zarokan û ji bo bilindkirina asta zarokan di zimanê kurdî de wan dewreyên fêrkirina zimanê kurdî jî vekirine. Her wiha zarokan jî kêfxweşiyên xwe ji bo tevlêbûna van çalakiyan anî ziman û spasiya mamosteyan kir…ANHA

Post Views: 37
ShareTweetPin

Herî Dawî

Cejna Heciyan
QUNCIK NIVÎS

Cejna Heciyan

09/06/2025
Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.